Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike 2020-11-20 09:01:06 AMED – Dîwarê ku dê Amedê bike du şeq, nêzî navenda bajêr dibe. Her wiha doza ku ji bo betalkirina çêkirina dîwêr hatibû kirin jî, piştî dîwar bê qedandin dê bê lidarxistin. Serokê Şaxa Odeya Endezyaran Ferît Kahraman, nerazîbûna xwe ya ji bo vê yekê anî ziman. Rêhesinî ya Dewletê, di navbera navçeya Rezan û Yenîşehîrê de li seranserê rêya hesin a Amedê dîwarekî lê dike. Lê belê ev dîwarê dualî Amedê dike du şeq. Projeya navbirî di meha Tebaxê de dest pê kir. Çendî ku tê gotin ji bo vê fikra rêxistinên civaka sivîl hatiye girtin jî, lê belê nûnerên rêxistinên civaka sivîl vê yekê qebûl nakin û dibêjin bi tu awayî ji wan nehatiye pirsîn. Lewma rêxistinên civaka sivîl ji bo betalkirina vê projeya navbirî doz kiribûn.    RÊBAZEKE ŞAŞ    Serokê Şaxa Odeya Endezyaran a Ferît Kahraman, destnîşan kir ku rêbaza ku di bajêr dike du şeq de tê bikaranîn ne rêbazeke rast e û got, li seranserê rêya hesinî û li her du aliyên bajêr mirovên xizmên hev hene, dibistan hene û rêya çûnhatinê nehatiye plankirin. Kahraman, anî ziman ku projeya heyî bi awayekî bêplan tê çêkirin û got, guzergeha çûnhatinê nediyar e û li hin deverên ku proje lê tê çêkirin şêniyên bajêr ji bo çûnhatinê çîtên hatine danîn rakirine.    ‘DÊ PRJE BIQEDE, DAWIYÊ DADGEH DEST PÊ BIKE'    Kahraman, anî ziman ku ji bo betalkirina projeyê serî li Dadgeha Îdareyê dane û hîn jî doz didome. Kahraman, da zanîn ku danişîna dozê taloqî meha Kanûnê hatiye kirin û got, li holê meseleyeke pir girîng heye, lê rabûne danişîna dozê taloqî piştî qedandina projeyê kirine.    'ARMANC TUNEKIRINA TÊKILIYÊN CIVAKIYÎ YE'    Kahraman, bibîr xist ku xwedê giravê rayedar ji bo pêşî li ber qezayan bigirin projeya "panel çîtê" çêdikin û got, lê belê 20 sal in tenê kesek miriye. Kahraman, destnîşan kir ku helbet ji bo wan jiyana mirovan û candaran girîng e, lê belê hinceta heyî ji ne hinceteke rasteqîner. Kahraman got: "Em bawer nakin ku ev proje ji bo pêşîlêgirtina qezayan be. Berevajî, em vê yekê wekî pêngaveke ku têkiliyên civakiyî tune dike, dinirxînin."    MA / Cahît Ozbek – Cengîz Ozbasar