Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin 2020-11-19 15:45:42   WAN – Walîtiya Wanê carek din bo dema 15 rojan çalakî û şahiyan qedexe kir. Di 21’ê mijdarê de qedexeya çalakî û şahiyan a li Wanê 4 salan li pey we dihêle.    Li Wanê li ser biryara Walîtiyê qedexeya çalakî û şahiyên li bajêr 4 sal li pey xwe dihêle. Ev sepana qedexekiya lidarxistina şahî û çalakiyan di 21’ê mijdara 2016’an de dest pê kiribû. Walîtiya Wanê îro carek din ragihand ku bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr werin lidarxistin hatine qedexekirin. Qedexeya çalakî û şahiyan a 15 rojan dê heta 4’ê kanûnêberdewam bike.