Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin 2020-11-19 15:32:19   MÊRSÎN – Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Mehmet Antmen bal kişand zêdebûn nexweşên giran û got li Mêrsînê rojane hejmara pêketiyên koronayê bi ser 700’î re ye.    Odeya Bijîşkan a Mêrdînê bi dirûşma “Vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bila wek nexweşîna pîşeyî were pejirandin û bergerî bi lezgînî werin zêdekirin” li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Mêrsînê Dr. Zekî Sînan Dogan û Serokê Odeya Dermansazên Mêrsînê Ozgun Sagir jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen daxuyanî da û diyar kir ku hikumet li şûna bergiriyên koronayê bigire ketiye pey rêveberiya îdraksaziyê û welatiyan ji şewbê naparêz e. Antmen anî ziman ku hejmara zêdebûna nexweşên entûbe û nexweşên giran û zêdebûna hejmara miriyên koronayê jî metirsiyan dide xelkê. Antmen da zanîn ku li Mêrsînê asat ew gihîştinê hejmara testên pozîtîf bi ser 700’î re ye û welatî di xwegihandina xizmeta tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin. Antmen got pergala tenduristiyê ya heyî têra pêşîlêgirtina koronayê nake.