Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin 2020-11-19 14:58:57   AMED – Li navçeya Bismilê, li ser daxwaza bi hinceta “ewlehiyê” ya Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê,  qeyûm li taxa Kopekliyê malan hilweşand.      Li gundê Kopeklî yê navçeya Bismilê ya Amedê nêzî 30 mal, dibistan û mizgefta gund, bi hinceta “ewlehiyê” li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê,  ji aliyê Şaredariya Bismilê ku qeyûm bi rê ve dibe ve hatin hilweşandin. Gundiyên Kopekliyê ku di salên 1990’î de bi darê zorê ji gundê hatibûn derxistin, bertek nîşanî hilweşandinê dan û diyar kirin ku bihar û havînan diçin gundê xwe cotkariyê dikin û malên xwe jî weke ambar bi kar anîne.    BI PERE GEF LI GUNDIYAN DIXWIN   Hat angaştkirin ku Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê di sala 2019’an de ji Şaredariya Bismilê daxwaza hilweşandina malên li gund kiriye û li ser vê daxwazê şaredariyê biryar girtiye ku heta dawiya mijdarê hemû malên li gund bên hilweşandin. Li gel ku gundî û keyayê gund li dijî vê hilweşandinê dertin jî makîneyên kar li gund dest bi hilweşandinê kiri.   JI MIZGEFTÊ DEST BI HILWEŞANDINÊ KIRINE   Hat diyarkirin ku fermandariyê ji gundiyên ku li dijî hilweşandina malên xwe dertin re ev tişt gotiye: “Ev mal di salên 1990’î de hatine valakirin û dewletê ji bo wan pere daye wa. Niha mafekî we nîne. Jixwe pereyê wan hatiye razandin em ê hilweşînin.” Gundiyên ku li dijî hilweşandina malên xwe yên bitapo dertên, destnîşan kirin ku hilweşandin bi mizgefta gund dest pê kiriye.    PÊŞNÛMEPIRSA DAG   Li aliyê din Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî derbarê mijarê de pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê û bi çend pirsan daxwaz kir ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, têkildarî mijarê daxuyaniyek bide.