Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin 2020-11-19 14:44:32   ENQERE – Rêxistinên tenduristiyê diyar kirin ku ji destpêka şewba Kovîd-19’ê ve heta niha 165 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û xwest pandemî wek “nexweşîna pîşeyî” were pejirandin.    Sazî û dezgehên tenduristiyê ên wek Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Diransazên Tirk, Yekîtiya Dermansazên Tirk, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Sendîkaya Saglik-Îşê ya Şoreşger, Komeleya Hemşîreyên Tirk, Komeleya DerûnnasênTirk, Radyolojî Hemû, Komeleya Teknîsyen û Teknîkeran, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî û Komeleya Radyoteknolojî ya Medîkal Tirk bi daxwaza bila vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ji bo xebatkarên tenduristiyê wek “nexweşîna pîşeyî” were pejirandin daxuyaniyek bi sernavê “Kovîd-19 Nexweşîna Pîşeyî ya Xebatkarên Tenduristiyê ye” weşand in. Ev rêxistinên tenduristiyê diyar dikin ku ji destpêka şewba kovîd-19 heta niha 165 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û êşa wan bêdawî ye û hejmara xebatkarên tenduristiyê ku bi koronayê jî ketine ji 40 hezarî derbas bûye. Rêxistinên tenduristiyê dan zanîn kul i 130 welatan Kovîd-19 wek nexweşîna pîşeyî hatiye pejirandin û xwestin Kovîd-19 li Tirkiyê jî wek “nexweşîna pîşeyî” were pejirandin.