Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin 2020-11-19 13:42:13   ENQERE – Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî bertek nîşanî beraetkirin kujerê Kemal Kûrkût da û got: “Em ê li xwe lêferzkirina bêsiberoj hiştinê qebûl nekin. Em ê ji bo Kemal têbikoşin.”    Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî têkildarî beraetkirina polîs Y.Ş. ê kujerê Kemal Kûrkût li avahiya Rêxistina HDP’ê yaNavçeya Çankaya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta wêneyê Kûrkût li ser a bi nivîsa “Polîs dikuje, dewlet diparêz e. Kemal Kûrkût rûmeta me ye” li cihê civînê hat daliqandin.    Endama Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî Yaren Dûrsûn daxuyanî xwend û diyar kir ku tevî ku wêne, dîmen û belgeyên kuştina Kemal Kûrkût li holê ne û kes nikare vê rastiyê veşêre. Dûrsûn anî ziman ku Kemal li ber çavên her kesî bi hedef nîşandanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û biryara beraetê dide nîşandan ku dewletê cînayet daye kirin. Dûrsûn da zanîn ku kuştina ciwanên kurd a li Kurdistanê polîtîkayek dewletê ye û got: “Qatilê Kemal tê beraetkirin lê rojnmevan Abdurrahman Gok ê wêneyên Kemal girtin jî bi 20 salan ceza tê darizandin. Li qatil ceza nabirin lê li delîlên qatil ceza tê birîn. Her roj ciwanên kurd tên qetilkirin. Ev jî peyama ku kurdan tune bikin e. Em ê li xwe lêferzkirina bêsiberoj hiştinê qebûl nekin. Em ê ji bo Kemal têbikoşin û hesab ji kujeran bipirsin.”