Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn 2020-11-19 10:37:52   ŞIRNEX - Serokê Odeya Bijîşkên a Şirnexê Serdar Kûnî, derbarê cezayê kul ê hatibû birîn de diyar kir ku ew ê peyvira xwe ne li gorî nêrînan kesan, dê li gorî rêgez û erka bijîşkiyê bi rê ve bibe.   Di 24'ê Nîsana 2017'an de bi angaşta "Endamên rêxistinê derman kiriye" li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê derbarê Bijîşkê Navenda Refernasê ya Cizîrê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) û Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Bijîşk Serdar Kûnî de doz hatibû vekirin. Di 7’emîn danişîna dawîn a Kûnî ku li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin de 4 sal û 2 meh ceza girtîgehê li Kunî hat birîn. Bijîk Kûnî derbarê cezayê ku lê hatiye birîn de axivî.    'EM XWEDÎ WIJDAN IN’    Kûnî, diyar kir ku ew xwedî  têgihiştineke bijîşkî ya li ser bingeha nirxên exlaqî yên gerdûnî ye û wiha got: “Biryara hatiye dayîn bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di sala 2016'an de dema qedexeyên derketina kolanan de der heqê min de dosya hat vekirin. Her çend ez ne endamê rêxistinê bûm jî bi angaşta  "endamtiya rêxistinê" ceza li min hat birîn. Me wê demê jî got û em niha  jî dibêjin, em bijîşk in. Li gorî erk û berpirsyariya bijîşkiyê em kesan muayene dikin. Em li gorî ol, nijad û nêrîna siyasî mirovan derman nakin. Em xwedî wijdan in. Di heman demê de nependîtina di navbera nexweş û bijîşk de ji bo me pir girîng e. "    'DI ŞEXSÊ MIN DE NIRX Û RÊGEZÊN BIJÎŞKIYÊ HAT CEZA KIRIN'    Di dawiya axaftina xwe de Kûnî, destnîşan kir ku cezaya ne li wî li nirx û rêgezên  bijîşkiyê hatiye birîn û ev tişt got: “Em vê biryarê weke êrişek li dijî nirxên bijîşkiyê dihesibînin û dinirxînin. Her bijîşkê ku  xwedî nirxên bijîşkî û wîjdan e vê yekê dike. Bijîşkê ku xwedî van erkan e tu caran nasname û nêrîna nexweşan a siyasî napirse û li gorî wê jî kesan derman nake. Kî bibe bila bibe, em neçarin ku derman bikin. Ji ber wê jî ev ceza di şexsê min de li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn. Ez ê bi zanistî û rêgezên bijîşkiyê peyvira xwe bidomînim."    MA / Zeynep Dûrgût