Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê 2020-11-19 09:13:13 AMED - Li Colemêrgê Hamza Adiyaman ê 9 salî di sala 2016'an de gava bi hevalê xwe re dilîst topa wî gindirî bû Çemê Zapê. Adiyaman gava xwestibû topa xwe zevt bike di çem de wer bûbû û winda bûbû. Lê belê niha bi îdiaya ku Hamza Adiyaman ê 9 salî hatieye revandin û wî birine çiyê, dêya wî jî hatiye ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştiye.  Malbatên ku bi îdiaya zarokên wan hatine revandin û wan bi zorê birine çiyê ji 3'yê Îlona 2019'an de li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine. Malbat îdia dikin ku HDP'ê zarokên wan revandine û birine çiyê. Lê belê duh malbateke din jî li van malbatên ku hejmara wan hindik in, zêde bû. Dayika Hamza Adiyaman ê 9 salî Rûkeyda û keça wê Aysûn Adiyamn jî daxilî nav van malbatan bûn.    Dayik Rûkeyda Adiyamn di daxuyaniya xwe ya di Ajansa Anadolûyê (AA) de gotibû: "Kurê min hat revandin. Hemza, kurê min were." Xwişk Aysûn Adiyamn jî îdia kir ku birayê wê hatiye revandin û bang li birayê xwe kir ku teslîmî esker û polîsan bibe.    DI ÇEMÊ ZAPÊ DE WER BÛ   Lê belê Hamza Adiyamn di 9'ê Adara 2016'an de gava ji dibistanê tê tevî hevalên xwe diçe ber devê Çemê Zapê û li wir bi topê dilîze. Gava dilîzên top digindire Çemê Zapê. Hamza yê 9 salî jî ji bo ku topa xwe zevt bike dide dû topê û wê kêliyê di çem de wer dibe û winda dibe.    Ev bûyer wê demê di çapemeniya berbelav û hewzê de jî bi vî awayî hatibû ragihandin. Her wiha piştî hevalên wî xeberê didin gundiyan, AFAD û îtfaiye tên gundê Dêzê û li nav çav li xwendekarê Dibistana Seretayî ya Şehît Yarbay Mesût Korû ya Dêzê Hamza Adiyaman ê 9 salîd igerin. Dotira rojê Waliyê Colemêrgê Yakûp Conbalat, Midûrê Mdiûriyeta Polîsan Resûl Hologlû, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Bajêr Demîray Demîrce û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî Mahmût Kûrtaran jî tên gund û sersaxiyê dixwazin. Paşê walî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevanan re dibêje: "Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekarê me Hamza Adiyaman ê di çem de wer bûye didomin. Me ji Feramdariay Giştî ya Cendirmeyan û Midûriyeta Polîsan a Wanê noqav xwestin. Înşelleh demek berî demekê dê bê dîtin."    Piştî 2 mehan xebatên lêgerînê bi dawî bûn.    GUNDÎ: MALBAT NAXWAZE BAWER BIKE    Piştî ku malbat hat ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûnişt, me jî xwe gihand gundiyan. Me bi rêya telefonê xwe gihand gundiyan û me ji wan pirsî. Şêniyên gund, diyar kirin ku piştî xebatên lêgerînê yên zêdetirî du mehan dewam kriine tenê pêlava Hamza Adiyamn ê 9 salî hatiye dîtin û gotin, çendî ku hevalên wî dibêjin di Zapê de wer bûye jî, malbat bawer nake.