Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede 2020-11-19 09:10:56 RIHA – Emîne Şenyaşar ku di êrîşa parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz da 2 kurên wê û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dan, ji bo danişîna ku dê sibê bê lidarxistin careke din daxwaza xwe ya ji bo edaletê anî zimên û got: "Bila ev zilm biqede. Bila edalet pêk bê."    Di sala 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz êrîş biribûn ser ferdên malbata Şenyaşar û di êrîşê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ji van kesan 3 jê ji malbata Şenyaşar bûn. Dê danişîna 4'an a dozê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê pêk bê. Emîne Şenyaşar ku di êrîşê de du kurên wê û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dan, daxwaza xwe ya ji bo edaletê careke din anî zimên û xwest kurê wê Fadil Şenyaar ku du sal û nîv in girtiye, bê berdan.    'BILA EV ZILM BIQEDE'    Emîne Şenyaşar bibîr xist ku xizmên Yildizê AKP'î li ber çavên wê hevjînê wê Hecî Esvet Şenyaraş kuştine û got: "Ji malbata min 3 kes kuştin. Bi ser de jî kurê min girtin. Nêzî 3 sal in di girtîgehê de ye. Di odeyeke yekkesî de dimîne. Ji kesên ku ji malbata min sê kes kuştin, piştî bûyerê bi sal û nîvekê tenê kesek jê girtin. Ên din li derve ne. Çima wan zevt nakin? Ev edaleteke çito ye? Êdî ji giryana çavên min nabînin. Çima dîmenên nexweşxaneyê dernaxin? Çima vedişêrin? Ez û hevjînê xwe bi hev re çûn nexweşxaneyê. li ber çavên min hevjînê min kuştin. Bi xwîna zarokên min dîwarên nexweşxaneyê hatin siwaxkirin. Çima di şevekê de dîwarên nexweşxaneyê siwax kirin? Qey edalet qet tune ye? Ez dixwazim kurê min bê berdan. Bila ev zilm biqede. Bila edalet pêk bê. Qet nebe bila zilma li ser me sivik bibe."    Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku îdiayanameya ku di danişîan ewil de hatiye amadekirin, îdianameyeke alîgir e û got, dadgeh ji ber zext û zoriyên siyasî bi awayekî serbixwe tevnagere. Şenyaşar, diyar kir ku serokê dadgehê gotiye "Min gelek caran li dîmenan mêze kir. Ez dizanim çi çi ye." Şenyaşar, destnîşan kir ku ji dêvla ku dadgeh biryarek bêalî bide, lê belê ji ber zext û zoriyên siyasî danişîn taloq kiriye û got, heger ev zext û zorî nebin dê edalet pêk bê û dê birayê wî jî bê berdan.