Nivîskar Çakan hat girtin 2020-11-18 18:43:12     AMED - Endamê PEN'a Kurd nivîskar Nezîr Çakan ku di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatibû binçavkirin, hat girtin.   Endamê PEN'a Kurd û rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd nivîskar Nezîr Çakan, di 12'ê Mijdarê de li navçeya Erxeniyê di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatibû binçavkirin. Ji ber dosyaya lêpirsînê ku Dozgeriya Enqereyê dabû destpêkirin, polîsan di 13'ê Mijdarê de Çakan biribûn Enqereyê. Çakan, di 16'ê Mijdarê de ji aliyê Dadgeha Cezaya Sûlhê ya 5'emîn a Enqereyê ve hat girtin û wî şandin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê ya Tîpa L a Hejmara 3'yan.