'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e' 2020-11-18 09:22:50 ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ji ber "berjewendiyên monopolên kapîtalîst" saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn ku yek ji insûrên wê "têkoşîna dijî terorê" ye, nikarin çareseriyê hilberînin û got, pêdivî bi avakirina mekanîzmayên xwedî hêzeke mueyîdeyî heye.  Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn û binpêkirinên wê yên mafan û di van pêkanînan de rola mekanîzmayên navneteweyî nirxandin. Turkdogan, anî ziman ku ji ber "berjewendiyên monopolên kapîtalîst" saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn ku yek ji insûrên wê "têkoşîna dijî terorê" ye, nikarin çareseriyê hilberînin û got, pêdivî bi avakirina mekanîzmayên xwedî hêzeke mueyîdeyî heye.    Turkdogan, ji bo konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn anî ziman ku dewletên mezin û saziyên mezin hemû dibêjin "li dijî terorê têdikoşin", lê belê li cîhanê pênaseyeke "terorê" ya mutabiq tune ye.    Turkdogan got: "Di sedsala 20'emîn de bi awayekî demokrasî bi ser ket. Lê belê Modernîteya Kapîtalîst, di merhaleya xwe ya nû de daxilî nav şerên mezin nebû. Ji bo berdewamiya pergalê, dixwestin pêvajoyê bi şerên herêmî û ne pir dorfireh bi rê ve bibin. Ji bo vê jî diviyabû ji bo xwe dijminên nû biafirandana. Di sedsala 21'emîn de dijminek îca kirin. Ew jî 'têkoşîna li dijî terorê' bû. Dewletên mezin û saziyên mezin hemû dibêjin 'li dijî terorê têdikoşin', lê belê li cîhanê pênaseyeke 'terorê' ya mutabiq tune ye. Îro di ser têgiheke ne mutabiq re li cîhanê 'konseptên ewlehiyê' pêk tên. Ev rewş nû divê li gor asta kapîtalîzmê ya heyî bê nirxandin û nîqaşkirin."    Turkdogan, ji bo vê yekê wekî nimûne bal kişand ser şewba Covîd-19'ê û got: "Pandemiya Covîd-19'ê rewşa ku dewletên mezin ên cîhanê ketine navê mînakeke berbiçav e. Ji ber ku difikirin dê ji tenduristiyê qezenceke mezin bi dest nexin, ji bo vê qadê pergaleke baş ava nekirin û veberhênanî nekirin. Di vê qadê de tişta sereke jî xebatên ji bo derzîkirinê ye. Li Tirkiyeyê jî îcraata ewil a îqtidara AKP'ê girtina fabrîkeyên derziyan bû. Pandemiya Covîd-19'ê ev yek nîşan da; pergala heyî ji parastina maf û azadiyên sereke yên mirovan dûr ketiye. Em, divê îqtidarên ku maf û azadiyan diparêzin û mîsoger dikin bînin ser kar û li ser evana biaxivin. Yanî divê em siyaseta mafdariyê bikin."    Turkdogan, ji bo binpêkirinên mafan ên ji ber vê konsepta ewlehiyê rû dane û helwesta saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên li dijî van binpêkirinên mafan û vê konsepta ewlehiyê got: "Dewletan pergala Neteweyên Yekbûyî (NY) ava kirin. Ev pergalên hatine avakirin, xwedî hin peyman, mekanîzma û komîteyan e. Konseya Ewropayê, peymaneke wê ya mafên mirovan û mekanîzmayeke wê ya siyasî û darazî heye. Li gor biryarên van saziyan, xafilîn ku polîtîkayên dewletan li gor vê bên veguherandin û wan bi tenê hiştin. Îro ro kesên di di wan saziyan de yên ev mekanîzma ava kirine, ji bo mekanîzmayên xwe bidomînin ketine pêyî peydakirina pereyekî zêde. Ev zaaf e. Ev zaaf, bi lobîtîya dewletan tê bikaranîn. Heger bi rastî jî we mekanîzmayeke mafên mirovan ava kiribe, teqez divê ji bo berdewamiya van mekanîzmayan jî we budçeyek mîsgore kiribe. Heger hûn rabin pişta xwe bidin budçeya dewletan û hûn van mekanîzmayan bidin şixulandin, hûn ê bi rewşeke wiha re rû bi rû bimînin."    Her wiha Turkdogan, anî ziman ku tiştekî girîng jî ew e ku mueyîdeyeke van saziyên navneteweyî tune ye û got: "Biryarên tên girtin tenê di asta şîretê de dimînin. Biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî pêk nayên. Lewma pêdivî bi avakirina mekanîzmayên xwedî hêzeke mueyîdeyî heye."    Turkdogan, bal kişand ser berbelavbûna vê konsepta ewlehiyê, ser rewşa wê ya li Rojhilata Navîn, Amerîkaya Latîn, Guantanamo û Girava Îmraliyê û got: "Jixwe pergal xwe di vir de dide der. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) gelek caran serdana Tirkiyeyê dike û hin şîretan dike. Lê ev şîret yek jê jî esas nayên girtin û Konseya Ewropayê jî wekî ku tiştek nebûne rêya xwe didomîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê jinûvedarizandina Abdullah ocalan biryarek da. Lê Tirkiyeyê guh enda vê biryarê. A ku divê vê biryarê pêk bîne jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Komîteya Wezîran komîteyeke siyasî ye û peywira wê ew e ku biryarên DMME'yê bişopîne. Tenê ne biryara derbarê Ocalan de, bryarên derbarê binpêkirina mafê jiyanê, binpêkirina mafê xwepêşandana, muameleya xirab û azadiya fikr û ramanê hene û Tirkiye di vî warî de tê şopandin. Di vir de berjewendiyên welatan dikevin dewrê. Heger maf û azadiyên sereke yên pêşengekî tevgera siyasî ya kurd ku hûn di meseleya kurd de pozissyona xwe li gor wê digirin, herge ji endîtî ve hatibe, nexwe hûn bi wan nirxan bawer nakin."    Turkdogan, destnîşan kir ku heger şîretên CPT'yê esas neyên girtin, nexwe divê Komîteya Wezîran têkeve dewrê û helwesteke ku tawiz jê nayê dayîn nîşan bide û got: "Tirkiye jî dibêje jixwe di vî warî de bi ser min de nayên, nexwe dikarim vê rejîma xwe ya kêfî bidomînim."    Turkdogan destnîşan kir ku divê Modernîteya Kapîtalîst têkeve ber lêpirsînê. Turkdogan got: "Mesela niha nîqaşên ji bo aşiyê tên kirin. Monopolên tenduristiyê yên kûrewî xebatên ji bo aşiyê xistine bin banê monopoliya xwe. Dewletên mezin, ji ber ku pereyên wan pir in bazara aşiyê xistine destên xwe. Dê welatên xizan jî li bendê bin ku dor bê wan. Halbûkî divê tiştên wekî aşiyê bê pere li mirovan bên belavkirin. Lê belê yên ku aşî dîtine niha behsa bi milyon dolaran dikin. Lewma yek ji pirsgirêkên sereke ku Yekîtiya Ewropayê jî di nav de ye, ji yekîtiya aborî wêdetir naçin. Krîterên Maastrîchtê yên YE'yê hene, di warê aborî de. Heya dawiyê wan krîteran esas digirin, lê belê gava mesela tê ser Krîterên Siyasî yên Kopenhagê, ev krîter pêk nayên."   Turkdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye û YE'yê Peymana Gumrukê îmze kirin. Lê belê YE'yê ji Tirkiyeya ku pir dûrî Krîterên Kopengahê ye, tenê got 'endîşeyên me yên cidî hene.' Halbûkî YE bi tiştên di dest xwe de dikare Tirkiye û Macarîstanê yên otorîter bûne, bîne ser rêya mafên mirovan û demokrasiyê. Lê berevajî wê pêk tê. Sedema vê jî berjewendiyên monopolên kapîtalîst in. Monopolên kapîtalîst jî li welatên wekî Tirkiyeyê îhale girtine û heya ku mesela berjewendiyên aborî be, dê tu carê mafên mirovan û demokrasî pêk neyê. Ji lewra li ser vê fikrê ne ku bi ranta aborî dê pergala xwe ya otorîter bidomîne. Divê yekîtiya aborî ya YE'yê veguhere yekîtiya siyasî. Hêvîdar im YE hîn bêtir di warê mafên mirovan û demokrasiyê de tawîzan nede. Lê ji ber ku pîvanên Modernîteya Kapîtalîst derbasdar in, dê di vî warî de çi qasî bi ser bikeve nizanim."    MA / Berîvan Altan