Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist 2020-11-18 09:16:45 STENBOL – Serokê DÎAYDER’ê Mele Ekrem Baran têkildarî rageşiya li Başûrê Kurdistanê diqewime banga yekîtiya neteweyî kir û got: “Pêwîste xeletiyên dîrokî neyên dubarekirin.” Li dijî rageşiya tê xwestin li Başûrê Kurdistanê biqewime, bangên yekîtiya neteweyî û diyaloga kurdî berdewam dikin. Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) Mele Ekrem Baran diyar kir ku ji bo kurdan ji nimêjê, rojiyê nan û avê ferztir û ya bi xêr pêdivî bi aştiyê heye.   Baran da zanîn ku gelê kurd ji gelên herêmê yên herî qedîm in û got: “Kurdan ji bo mirovahiyê re mîrateyek berdane. Dixwazin kurdan bînin beramberî hev û şer bi wan bidin kirin. Heke kurd werin van lîstokan, wê zirarek mezin bibînin. Heke em ne ji bo berjwendiyên neteweyî, em ji bo berjwendiyên şexsî û malbatî û eşîrî bikevin şer, wê her kes zirarê ji vî bibîne.”   ‘PÊWÎSTE XELETIYÊN PÊK HATIN DÎSA NEYÊN KIRIN’   Baran destnîşan kir ku raperînên kurdan hemû bi destê noker û bikaranîna li miqabilî hev rastî têkçûnê hatine û got: “Pêwîste xeletiyên di nava dîroka me li pey xwe hiştiye de neyên kirin. Divê kes vê rola xerab nede ser mile xwe. Gelê kurd gelekî polîtîk bûye. Jinên kurd li cîhanê destan û dîroka lehengiyê nivîsandine û îmze xwe diavêjin bin lehengiyê. Heke kurd ji hev re hurmetê nîşan nedin, wê ev şerên heyî hezar salê din jî bodme. Feraseta ‘ev der ya me, biçûk be jî bila ya me be’ nayê qebûlkirin. Pêwîste ya her kesî be. Şerekî muhtemel wê ne li gorî destkêftiyên kurdan bin. Berevajî vê wê ji bo her kesî bibe windayên mezin. Yên ku herî zêde bi xerabiya şer dizanin jî kurd in. Ji bo çar parçeyên Kurdistanê wisa ye. Pêwîste em hemû qewimandinên dîrokî bi serê kurdan de hatine li ber çavan bigirin û pêdiviya kurdan bi aştî û tifaqê heye. Lazim e em nebin hêsîrê nefsa xwe. Em bi hêvî ne ku wê kes şer tercih neke. Şerek muhtemel wê birakujiyê xwe bi re bîne. Wê ev şerê muhtemel bibe sedema birîndarkirina bi milyonan însanan. Divê her alî û rêberên kurdan ne alîgirê şer bin, divê bibin alîgirê çêkirinê û yekîtiyê. Lazim e kurd hemû di ferqa berpirsiyariya dîrokî de bin û tifaqa xwe pêk bînin. Mafê tu kesî tine şer derxe û pêşiya yekîtiyê bigire.”   MA / Îdrîs Sayilgan