ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-18 09:00:20 * Hevşaredarên navçeya Sîlopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Savluk, derbarê xebatên şaredariyê de axivîn û ev tişt gotin: "Di vê serdema pandemiyê de jî, ligel hemû astengiyan me xebatên xwe bê navber dewam kirin. * Serokê DÎAYDER’ê Mele Ekrem Baran têkildarî rageşiya li Başûrê Kurdistanê diqewime banga yekîtiya neteweyî kir û got: “Pêwîste xeletiyên dîrokî neyên dubarekirin.”   * Karkerên çandiniyê yên jin ku tevî hemû şert û mercên giran ên xebatê barê karên rojane jî hildigirin, bi xespkirina mafan re rû bi rû ne. Jinên ku hem li malê hem jî li nav erdan bi şidetê re rû bi rû dimînin, gava dozê mafên xwe dikin jî bi derxistina ji kar gef li wan tê xwarin. û   * Muzîkjen Yûnûs Kamay ku ji ber şewbê betal maye, atolyeya xwe ya baxlemeyê pêşî kir kafe, niha jî kiriye tekstîl. Kamay ku hîn jî kursa baxlemeyê dide anî ziman ku, dê îsrara wî ya ji bo muzîkê dewam bike.    * Jinan kedkar ku bandoreke nebaş ji krîzê girtine, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan êdî li metbaxên wan quşxane bi zorê dikelin.    * Li navçeya Rêya Armûşê welatiyên ku diçin bazarê tenê li fiyetan mêze dikin û diçin. Welatiyan, anî ziman ku ji ber krîzê êdî mesrefê metbexê kêm kirine.    * Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ji ber "berjewendiyên monopolên kapîtalîst" saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn ku yek ji insûrên wê "têkoşîna dijî terorê" ye, nikarin çareseriyê hilberînin û got, pêdivî bi avakirina mekanîzmayên xwedî hêzeke mueyîdeyî heye.    * Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye, ragihand ku jiyana wan di xeteriyê de ye û rêveberiya girtîgehê 3 sal in hevalê wan Arîf Bayram nabin nexweşxaneyê.   *8'emîn danişîna siyasetmedarên kurd Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê bê dîtin. (10.00).   * Cenazeyê Sezgîn Dag ku di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bûbû û di 14'ê mijdarê de li Swîsreyê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Taxa Gaziyê bê veşartin.(10.00)   * Wê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, li navenda giştî ya partiya xwe bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re bê gel hev. (11.00)   * Paltforma Zimanê Kurdî, li Cemiyeta Rojnamegeran, bi civîneke çapameniyê  wê çareser û pêşniyarên xwe yên ji bo Wêje û Zimanê kurdî pêşkêş bike. (11.00)   * Wê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DBP'ê, derbarê yekitiya neteweyî de li Kolana Hunerê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyaniyek bê dayîn. (13.00)   * Wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, biçin serxweşiya Ahmet Turk û piştre li Mêrdînê hin hevdîtinan pêk bînin. (14.00)