Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin 2020-11-17 16:08:32   EDENE - Sendîkaya Xwendekaran, bi boneya 17'ê Mijdarê Roja Xwendekarên Navneteweyî, li hin bajaran daxuyanî da û pirsgirêkên xwendekaran rêz kir.    Sendîkaya Xwendekran, bi boneya 17'ê Mijdarê Roja Xwendekaran, li Edenê, Mêrsîn, Dîlok û Hatayê daxuyanî da çapemeniyê û bal kişan ser pirsgirêkên xwendekar dijîn. Di daxuyaniya  li Şaxa Egitîm Senê ya Edenê hat lidarxistin de pankarta "Em pêşeroja xwe rizgar bikin" hat vekirin. Endamê Sendîkaya Xwendekaran Ozan Bozdogan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Pêşeroja xwendekaran di nava, xizantî û bêkariyê de ye. Li vî welatî pêşerojeke me tuneye. Em ji bêkarî can didin. Em vê qedera ji bo me hatiya danîn qebûl nakin. Tu mafê me yê axaftinê tuneye. Çi dema ku mijar dibe pergala azmûnan, bernameyên dersan û pêşeroja me, tu mafê me yê ku em fikir û ramanên xwe binin ziman tuneye. Em êdî dixwazin bi hev re bifikirin, ava bikin û bi parêzin. Werin em hemû bi hev re pêşeroja xwe rizgar bikin."