Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve 2020-11-17 15:30:54 AMED - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî beraetkirina kujerê Kemalê Kûrkût da û got: “Dozek din jî bi bêcezakirinê re bi encam bû. Ji edliyeyan her tim bêedaletî derdikeve.”     Danişîna 12’emîn a doza Kemal Kûrkût li Dadgeha Amedê hat lidarixstin. Dadgehê kujerê Kûrkût polîs Y.Ş. beraet kir. Kekê Korkût, Cîhan Kûrkût, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Hişyar Ozsoy û Fatma Kurtalan ên beşdarî dozê bûbûn, piştî danişînê li ber Edliya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.   ‘JI BER KURDBÛNÊ KUJER BÊCEZA DIHÊLIN’   Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dozek din jî li polîtîkaya bêcezakirinê zêde bû û hîsiyata malbata Kûrkût û hezkiriyên wî ji bo şandeya dadgehê tu girîngiyek tune ye û got: “Ji bo wan tenê tiştek girîng heye; yên li ser navê dewletê sûc dikin tên beraetkirin. Tenê ne ev doz e ku bi bêcezakirinê re encam dide. Me gelek dozên wisa şopand. Ev ne biryarek beraetê ye ku em nû dibînin. Me gelek biryarên wiha dîtin. Ji van edliyeyan her tim bêedaletî derdikeve. Her tim di cînayetên li dijî kurdan de biryarên beraetê derdikevin. Lê belê kuştinê îspat nake. Li ber kamerayan û li ber çavê gelek mirovan Kemal Kûrkût hat kuştin. Lê mixabin naxwazin vê kuştinê îspat bikin.”   'KUJER SAETEK JÎ GIRTÎ NEMA’   Beştaş destnîşn kir ku ev dadgeh her roj bi dehan însanan ji ber tiştên ne tişt diavêjin hepsan û got: “Lê belê ev dadgeh nehişt ku kujerê Kemal Kûrkût saetek di hepsê girtî were hiştin. Bi çekên herî giran tên kuştin û li ber çavê kamerayan û tevî delîlan jî ev doz bêceza dimînin. Ku hûn li vî welatî kurd bin, li vî welatî eedalet ji bo we nîne, hiqûq ji bo we nîne. Ji bo kurdan biryarek heqaniyetê nayê dayîn.”   'QIYAMET LI WELAT ÇÊ DIBE, LÊ REFORMÊ PÊK TÎNIN’   Beştaş daxuyaniya Wezîrê Dadê û Serokkomar Tayyîp Erdogan a “Di hiqûqê de reform” bi bîr xist û got: “Her roj li vî welatî qiyamet radibe lê belê ev qala reformê dikin. Ev biryar rismê bêedaletiyê ye. Ev biryar rsimê bêhiqûqiyê ye. Bi van biryaran tê dîtin ku canê însanan li vî welatî çiqas bêqîmet e. Lê çi dibe bila bibe zû yan jî dereng wê edalet pêk were.”