Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin 2020-11-17 13:04:43   WAN - Danişîna 5 kesên ku di pêvajoya greva birçîbûnê de li Kolana Hunerê ji aliyê polîsan ve hatibûn derpkirin û bi sûcdariya “xwe parastin” doz derbarê wan de hatibû vekirin, hat dîtin.    Di 6’ê Gulana 2019’an de, li Kolana Hunerê ya Wanê, bi armanca piştgirî dayîn çalakiya greva birçûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê daxuyanî hatibû dayîn. Di daxuyaniyê de rojnameger Oktay Candemîr, Onder Sogûkbûlak, Serdar Çevîk, Omer Ertaş û Mahmût Dîndar ji aliyê polîsan ve hatibûn derpkirin û binçav kirin.    5 kesên ku piştî îfadeyên wan hatin girtin û berdan, derbarê polîsan de gilî kiribûn. Ji bo giliya 5 kesan biryara ne şopandinê hatibû dayîn. Lê ser giliya polîsan, derbarê 5 kesan de, bi  îdîaya “Tevlî çalakî û civakên dij qanûnî bûyîn” û “Parastina xwe kirin” doz hat vekirin.    Yekemîn danişîna ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Wanê hat dîtin. Polîsên ku gilî kiribûn beşdarî danişînê nebûn. 5 kes û parêzerê wan Erhan Çîftçîler tevlî danişînê bûn. Her 5 kesan raporên xwe yên derpkirinê pêşkêşî dadgehê kirin û beraeta xwe xwestin.    Şandeya Dadgehê, piştî parastina 5 kesan biryar da ku kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û danişîn taloqî 31’ê Kanûnê kir.