Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê 2020-11-17 09:53:30 ÊLIH – Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Mûrat Kiliç diyar kir ku wan di pêvajoya kampanyaya bo endamtiya HDP’ê de wan dîtiye ku rêveberek wan kirine endamê MHP’ê. HDP’ê li seranserî Tirkiyê li dijî operasyonên binçavkirinê û girtinê kampanyaya “Bibe endamê HDP’ê” berdewam dike. Li Êlihê jî HDP vê kampanyayê birêve dibe. Beriya kampanyayê 113 kes çûn avahiya HDP’a Êlihê û bûn endamên HDP’ê. Di kar û barên endamiyê de derket holê ku rêveberek HDP’ê yê Rêxistina Êlihê kirine endamê MHP’ê. Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Mûrat Kiliç destnîşan kir ku wan li ser daxwaza zêde ya xelkê xwe kampanyayê dane destpêkirin û dê hefteya pêşiya wan starta kampanyaya berfireh bidin destpêkirin.   ELEQEYEK MEZIN HEYE    Kiliç da zanîn ku xelkê wan bi endamtiya bo HDP’ê bersivê dide zext û operasyonên binçavkirin û girtinê yên li ser HDP’ê û niha li gel wan bi awayek fermî kampanya nedaye destpêkirin jî 113 kes çûne bûne endamên HDP’ê û ew li bendê wê xelk hin bêtir bibe endam.   RÊVEBERÊ HDP’Ê KIRINE ENDAMÊ MHP’Ê   Kiliç anî ziman ku kêliya wan keydên endamtiyê çêdikir li ser e-devlet endamtiya welatiyan kontrol kirine û wan dîtiye ku bêyî agahiya welatiyan jê hebe kirine endamên partiyên din. Kiliç bang li welatiyan kir ku li ser e-devlet endamtiya xwe bo partiyên siyasî kontrol bikin û ew di kêliya kontrolkirinê de bi sosreteke din re rûbirû mane û dîtine ku rêveberê partiya wan kirine endamê MHP’ê. Kiliç li dijî van kirinên sextê yên AKP, MHP’ê banga li welatiyan kir ku hişyar bin û xwest xelkê Êlihê li derdora partiya xwe HDP’ê bibe xelek.   MA / Fethî Balaman