Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê' 2020-11-17 09:15:22 AMED - Di îdianameya derbarê rojnamevan Hatîce Şahîn de, bilêtên balafirê yên Stenbol-Amedê wekî delîla "endamtiya rêxistinê" hatine hesibandin.    Di 9'ê Cotmeha 2018'an de Serdozgeriya Amedê 145 kes binçavkiribûn. Yek ji van kesan jî nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn bû. Derbarê Şahînê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de tê xwestin ku ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Şahînê bê birîn.   Danişîna ewil a dozê dê di 20'ê Çileya 2021'ê de bê lidarxistin.   Di îdianameyê de bilêtên balafirê yên Stenbol-Amedê wekî delîla "endamtiya rêxistinê" hatine hesibandin. Di îdianameyê de hatiye gotin ku di avêtina ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bilêtên balafirê yên li ser navê Şahînê hatine dîtin. Ji bo bilêtan hatiye gotin ku Şahîn ji bo li ser navê KCD'ê bixebite ji Stenbolê hatiye Amedê û daxilî nav xebatên KCD'ê bûye.    Her wiha di îdianameyê de hevdîtina telefonê ya Şahînê ku bi hevpîşeya xwe Perîhan Kayayê re kiriye jî sûc hatiye hesibandin.    Axaftina Şahînê ya bi hevala xwe ya bi navê H.K. re kiriye jî wekî delîla sûcê hatiye hesibandin. H.K. ji Şahînê re gotiye "E temam gava karê te qediya were şînê." Ji bo vê axaftinê hatiye gotin ku tevli şîna endamê rêxistinê bûye.    Her wiha di îdianameyê de îfadeyên şahidên nepen ên bi navê Fîrar û Ezel jî cih girtine. Ev şahidên navbirî bêyî ku tiştekî berbiçav bibêjin tenê gotine "Şahîn endama rêxistinê."