ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-17 09:00:57 * Tirkiye, piştî noqteya xwe ya leşkerî ya Morekê ji noqteya xwe ya leşkerî ya Şîr Magarê jî vekişiya. Komên paramîlîter ku destpêkê li dijî vekişandina Tirkiyeyê derketin, pê re bêdeng bûn. Tê zanîn ku Tirkiye van hêzan li ser hedefên nû motive kiriye.  * Fatma Topval a ku tundiya lê dihat kirin red kir û berî 8 salan li bazara ku digotin “karê zilame” dezgeh vekir û dest bi xebatê kir, ne tenê bazarkariyê dike, di heman demê de jî, derî li muşteriyên xwe yên rastî tuneyê tên vedike.    * Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetulah Aşitî, derbarê rageşiya ku PDK’ê li başûrê Kurdistanê derxistiye de diyar kir ku şerekî navxweyî wê doza kurdan pûç bike û ev tişt got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê saziyeke netewî were avakirin.”   * Li gorî daneyan û bûyerên li ber çav rojane li Tirkiyê herî kêm 4 jin tên qetilkirin. Jinên li kêleka hev têkoşîna hevpar dikin wiha bersivê didin tundiya li ser jinan: “Heta em jiyanek azad û wekhev ava bikin, em ê we aciz bikin.”    * Rojnamevan Dilşad Cûdî, anî ziman ku Tirkiye û hêzên paramîleter ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûcine pir mezin dikin û got, pêkanînên bi hevkariya DAIŞ û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê tên kirin, jiyanê tarûmar dikin.    * Onder Algedîk, ku Teklîfa Qanûnê ya Piyaseya Ceryanê wekî "karesata hawirdor û avhewayê" pênase kir got: "Heger ev pêşnûma bê qebûlkirin, dê pîşesaziyeke me ya zirarê bide avhewayê û bi her awayî fatûreya wê li gel bê birîn çêbibe."    * Hevseroka MATÛHAY-DER Esîn Çelîk, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û got, bi mirinê rû bi rû hatine hiştin.    * Di îdianameya derbarê rojnamevan Hatîce Şahîn de, bilêtên balafirê yên Stenbol-Amedê wekî delîla "endamtiya rêxistinê" hatine hesibandin.    * Malbatên HPG'iyên jiyana xwe ji dest dane, bi nêzîkatiyên hovane re rû bi rû dimînin. Rayedar telefonî malbatan kirine û ji wan re gotine 'werin cenazeyê xwe bibin.' Lê belê gava malbat çûne, ji hin malbatan re gotine 'ev ne cenazeyê we ye' û yê hin malbatan jî cenazeyên hatine perçekirin rê wan dane.    * Waniyan bal kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin, sedema sereke ya tarîtiya ku Tirkiye di nav de ye, tecrîd e. Her wiha welatiyan ji bo têkoşîneke hevpar jî bang li her kesî kirin.    * Li navçeya Şaxê Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye hilweşe. Gundiyan diyar kir ku heger dêr bê restorekirin dê gelek turîst bên herêmê.   * Şaxa Haber Senê ya Amedê derbarê pirsgirêkên karkerên PTT'ê yên dema vîrûsa koronayê li ber Navenda PTT'ê daxuyanî bide. (09.30)   * Danişîna polisê kujerê Kemal Kûrkût, Yakûp Ş. dê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (11.00-17.00)   * Serokwekîlê Koma HDP'ê Hakki Sarûhan Olûç, li meclisê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.30)   * Rêxistinên Hawirdorê, têkildarî qanûna torbe ku "Qanûna Enerjî û Medenê diguherîne" li ber Îskeleya Emînonuyî daxuyanî bidin. (18.00)