4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn 2020-11-16 18:37:20     ŞIRNEX- 4 sal û 2 meh ceza li Serokê Odeya Bijîşkên a Şirnexê Serdar Kûnî hat birîn.   Di 24'ê Nîsana 2017'an de bi îdiaya "endamên rêxistinê derman kiriye" li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê derbarê Bijîşkê Navenda Refernasê ya Cizîrê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) û Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Bijîşk Serdar Kunî doz hatibû kirin. Dadgehê 4 sal û 2 meh ceza li Kunî birîbû. Lê belê piştî ku Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê di sala 2018'an de cezayê dadgeha herêmî xera kir, doz ji nû ve dest pê kiribû.    Îro di danişîna dozê de Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê cardin heman ceza li Kunî birî.