Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin 2020-11-16 16:11:37   ŞIRNEX- Serokê MHP'ê yê navçeya Basa yê ku kurê xwe kuştibû hat girtin.    Li gundê Cêleka ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, duh Serokê MHP'ê yê navçeyê Nîmet Nas, ji ber nîqaşeke di navbera wî û kurê wî Mazlum Nas ê 25 salî derket, bi tivinga nêçîrê kurê xwe kuşt û kurê wî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da bû.    Cenazeyê Mazlum Nas ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Îro cenazeyê Nas li gundê Cêleka hat definkirin. Piştî bûyerê Nîmet Nas ji cihê bûyerê reviya bû. Hat ragihandin ku Nas îro serê sibehê di encama lêgerînê de hat binçavkirin û girtin. Hat dest nîşan kirin ku Nas şandin Girtîgeha Şirnexê.     Hat diyar kirin ku lêpirsîna, der barê bûyerê de, hatî jî dewam dike.