TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye 2020-11-16 15:12:35 ENQERE – Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Denîz Erdogdû, diyar kir ku di budçeya sala 2021’an de derbarê şewbê tiştek tuneye û ev peşniyar kir: “Divê statuya nexweşxaneyên bajar/şîrket bi statuya nexwexaneyên dewletê bên guhertin.”   Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), têkildarî Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Denîz Erdogdû axivî. Erdogdû, diyar kir ku peywira yekemîn a Wezareta Tenduristiyê tenduristiya civakê ye û wiha got: “Divê li gorî şertên şewbê budçe bê sererastkirin. Li gorî dola budçeya sala budçeya sala 2021’an li gorî sala 2020’an ji sedî 17 kêm e.”   Di berdewamê de Erdogdû, nexweşxaneyên bajaran rexne kir û derbarê wan de ev pêşniyar kir: “Divê statuya nexweşxaneyên bajar/şîrket bi statuya nexwexaneyên dewletê bên guhertin. Di budçeya sala 2021’an de derbarê şewbê tiştek tuneye. Budçeya hatiye amadekirin ji bo wezaretê ne bes e.”