Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir 2020-11-16 12:46:19   WAN – Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê, cendirmeyan bi ser malan de girt û 10 kesan binçav kirin.    Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê, cendirmeyan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girt û 10 kesan binçav kirin. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Wanê.    Kesên hatine binçavkirin û navê wan hatine hînkirin wiha ne: Tûran Sarigul, Mesût Erzengîn, Kemal Dayi, Mehmet Akgun, Cîhan û Mahkûm Atdemîr, Medenî Demîr, Emrah ku paşnê wî nehat hînbûn.