‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’ 2020-11-16 10:48:37 AMED – Nûnerên partiyên siyasî yên li Amedê, diyar kirin ku guhertina Qanûna Hilbijartinê ya tê xwestin ji aliyê AKP’ê ve pêk were ne rizgarî ye û gotin: “Guhertin jî wê pêşiya çûna AKP’ê negire.” AKP heta îro 220 caran Qanûna Hilbijatinê guhert. Carek din dixwaze vê qanûnê biguherîne. Nûnerên partiyên siyasî yên li Amedê diyar kirin ku wê “herêma teng”, “herêma tengkirî” û daxistina benda ji sedî 10 jî wê îqtîdarê rizgar neke.   ‘ÊDÎ RÛPOŞA ÎQTÎDARÊ KETIYE’   Cîgirê Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê Îrfan Soner: Îqtîdar di çend salên dawî de prestîja xwe hem li Tirkiyê û hem jî li qada navnetewî winda kiriye. AKP êdî dihele. Guhertina hilbijartinê ku AKP dixwaze bike, wê ne ji pirsgirêka kurd re û ne jî ji pirsgirêkên din ên li Tirkiyê re bibe çareserî. Ji bo gel û ji bo aştiya navxweyî gavên polîtîkayek baş nayên avêtin. Heke îqtîdar di warê aborî, edalet, hiqûq û wekheviyê de tevenegere dê hilweşîna wê bi leztir bibe. AKP bi vê guhertinê dixwaze xwe li ser pêya bigire. Gotinên “reformê” yên Erdogan jî amadekariya hilbijartina pêşwext e. Lê rûpoşa îqtîdarê êdî ketiye û dixwaze vê rûpoşê nû bike. Ev jî gavên astengkirina qedandina îqtîdarê ye.   ‘ÎRADEYA ÇARESERIYÊ NEMA’   Serokê Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Amedê Aydin Altaç: Rejîma yek zilamî krîzên cidî ji bo dewletê afirandiye. Êdî îqtîdar nikare van krîzan çareser bike. Îqtîdar ketiye pey metirsiya ‘ez serdemek din jî çawa vî welatî birêve bibim.’ Ji ber vê yekê jî îqtîdar dixwaze Qanûna Hilbijartinê biguherîne. Îradeya çareseriyê û qûdreta îqtîdarê nemaye. Dixwazin bi vê hewldanê pêşiya Partiya Pêşerojê û Partiya DEVA’yê bigirin. Dixwazin pêşiya tifaqên li pêş bikevin bigirin. Sozên hilbijartinê yên îqtîdarê êdî ji aliyê civakê ve nayên qebûlkirin. Li welatek ewqas pirsgirêk lê hene wê di hilbijartinek pêk were de, xelk dê rêya çûnê nîşanî îqtîdarê bide.   ‘WÊ GUHERTIN JÎ ÇÛNA WAN ASTENG NEKE’   Serokê Rêxistina Partiya DEVA ya Bajêr a Amedê Cîhan Ulsen: Guhertina qanûna hilbijartinê ku ji aliyê îqtîdarê ve tê xwestin, tirs û endîşeya wan dide nîşandan. Guhertina qanûna hilbijartinê jî wê çûna îqtîdarê asteng neke û pêşî lê negire. Rewşa heyî anîna hilbijartina pêşwext dide nîşandan. Tevî hemû zextên îqtîdarê jî muxalefet bi hêzdar bûye.   ‘WÊ PIR HINDIK DENGAN BIGIRIN’   Serokê Rêxistina Partiya Saadetê ya Bajêr a Amedê Fesîh Bozan: Nîqaşên hilbijartina pêşwext jî nîşan dide ku xelk êdî îqtîdarê naxwaze. AKP ji bo xwe vê qanûna hilbijartinê diguherîne. Îqtîdar dizane ku wê di hilbijartinê de pir hindik dengan bigire. Ne alîgirê hilbijartina pêşwext e. Ji bo hilbijartina pêşwext wê ji bo bona xwe ewilî li benda pêvajoyek guncav bisekine. Piştî ku li gorî xwe yasayên guncav derbixin dê biçe hilbijartinê.   MA / Ergîn Çaglar