Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin 2020-11-16 09:00:54 STENBOL – Siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî li dijî rageşiya li Başûrê Kurdistanê banga aştî û demokrasiye kir û xwest bi dostaniya sexte pêbawerî neyê kirin.  Bi fişarên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê tê xwestin bi destê PDK’ê rageşiyek li dijî PKK’ê were qewimandin. Li dijî vê rageşiyê nerazîbûnên gelek derdoran didomin. Bertekên gelek aliyan li dijî şerê birakûjiyê ye. Gelê kurd naxwaze ku carek din şerê birakujiyê derkeve.    BANGA YEKÎTIYÊ Û DIYALOGÊ   Siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî rageşiya li ser daxwaza Tirkiyê tê xwestin ku li Başûrê Kurdistanê biqewime nirxand. Ekîncî destnîşan kir ku beriya her tiştî divê aştî û demokrasi daxwaz û dirûşma her kesî be û wiha got: “Li Rojhilata Navîn şert û merc giran bûn e. Pêwîste neyê ji bîrkirin, hêzên serdest û dewletên serdest naxwazin gelên herêmê bi ser bikevin û di nava gelan de tevdanê dikin û dixwazin şer derbixin. Şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycan vaye li ber çavan e û dibe sedemê kuştina gelek însanan. Lê di encamê de dewletên serdest bi ser ketin. Hêvî û daxwaza min ji hêz û aliyên kurdên başûr û rojava ew e ku teqez û teqez divê werin ba hev û pirsgirêkên xwe navxweyî çareser bikin. Heke tevdan bikeve nava wan û sîlehan bidin pêş wê ne ew bi tenê dê tevahiya herêmê zirarek mezin bibîne. Divê hêzên kurd baweriya xwe bi tevdan û dostaniya sexte neynin û ew bi xwe çareseriya xwe li pêş bixin. Lazim e her sazî û dezgeh şert û mercên yekîtî û bi hev re bûnê esas bigirin. Pêwîste aştî û demorkasî bibe dirûşm û daxwaza her kesî. Helbet her kes wê bi xwe biryara xwe bide. Lê mafê tu kesî nîne Rojhilata Navîn bide ber şewatê.”    MA / Ferhat Çelîk