Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe 2020-11-15 17:17:56 ÎZMÎR -Mehmet Şerîf Coşkûn ê li Kadîfekale dikandarî dikir, ji aliyê polîsan v e hat derpkirin. Coşkûn ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bozyaka tedawiya wî dewam dike, hat hînbûn ku li ser hev krîza dil derbas kiriye.    Ciwanê 25 salî Mehmet Şerîf Coşkûn ê  li semta Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê dikandarî dikir, di 13'yê Mijdarê de, ji aliyê Polîsên Motosîkletê (Yûnûs) ve hat derp kirin. Coşkûn piştî îşkenceya lê hat kirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozyaka. Piştî bûyerê, malbata Coşkûn û şadan, derbarê polîsan de gilî kirin.    6 POLÎSAN DERP KIRIN   Yek ji şahidên bûyerê Mahsûm Oztekîn, derbarê bûyerê de ev agahî dan: "Hevalê min Şerîf 25 saliye. Ji zaroktiya xwe ve li Kadîfekale dijî. Bi malbata xwe re kargeriya dikanê dikin. Roj Înê, di dikana xwe de bû. Ji bo ku wesayîta xwe perk bike ji dikanê derdikeve. Di wê navberê de polîsên li dewriyê digerin tên û dixwazin nasnameya wî di GBT'ê re derbas bikin. Şerîf ji wan re dibêje, 'Ez wesayîtê park bikim, ezê nîşanî we bidim.' 6 polîsên yûnûs li ser vê yekê, beyî ku tiştek bi qewime, Şerîf ji wesayîtê tînin xwarê û dest bi lêdana wî dikin. Şerîf bi erdê re dirêj dikin, gaza îsotê berdidin rûyê wî û bi pehînan dikevin ser de. Welatiyên li cihê bûyer kom bûn xwestin polîsan rawestînin. Lê polîsan êrişî me jî kirin. Hevalekê min hev hemû bi telefonê kêşe. Lê polîsan dest danîn ser telefona wî û dîmen jê birin. Dûre min çend deqe vîdeo kêşa. Xwestin dîmenên telefona min jî jê bibin lê min telefona xwe ne da wan."