Leyla Guven: Têkoşîna kurdan ji desthilatdariyê re bû ye dert 2020-11-15 13:57:55 EDENE - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn û got: “Kurdan çongên xwe ne danîn erdê û her tim têkoşiyan. Têkoşîna kurdan ji desthilatdariyê re bû ye dert.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Çûkûrova, 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dogal Park Balo lidar xist. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên MYK û PM’ê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên ESP, DAD, EMEP û TUAYDER’ê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Pankartên “Em hêvî, cesaret û piştevaniyê mezin dikin” û “Em li dijî tundiya dewleta zilam di têkoşînê  de ne” bi salona kongreyê ve hatin kirin.    ‘HÛNÊ NE KARIN ME DÎL BIGIRIN’    Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di kongreyê de axivî û Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn. Guven, behsa komkujiyên li ser kurdan kir û wiha got: “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de, her tim kurd di komkujiyê re hatine derbaskirin û vîna wan hatiye xespkirin. Îro feraseta ‘kurdê herî baş, kurdê miriye’ bi girtinan dewam dike. Lê ew ê nekarin bi zindanên xwe me hepis bikin û dil bigirin. Ji ber ku em lêgerînvanên heqîqetê ne. Em li ku derê dibin bila bibin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”   HEWLDANA TOL GIRTINÊ   Guven, bi bîr xist ku desthilatdarî hewl dide ji gelê kurd “tolê” hilde û wiha bilêv kir: “Em li vî welatî hene û em hêzekin. Hûnê nekarin vê hêza me, bi daraz, polîs û hiqûqa xwe asteng bikin. Em hene. Çawan ku nekarin Mûnzûrê zevf bikin, wê enkarin me jî zevf bikin. Em her tim li ser piyan bin û her tim li ber xwe bidin.”   'ME SERÎ NE TEWAND, EMÊ ÇONGÊN XWE JÎ NE DANIN’   Guven, bal kişan ser salvegera 83’yemîn bi darvekirina Rêberên Îsyana Dersimê Seyît Riza û hevalên wî û bi van gotinan ew bibîr anîn: “Kurdan tu carî çongên xwe ne danîn erdê û serî ne tewandin. Kurdan her tim têkoşîna xwe bi rêve birin û ev jî ji desthilatdariyê re bû dert.”   ‘OCALAN LI BER XWE DIDE’   Guven, qala tecrîda li Îmraliyê jî kir û wiha lê zêde kir: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Ocalan 21 salin li dijî polîtîkayên şer, înkar û îmhayê li ser xwe dide. Gelê kurd û jinên kurd di sala fikir û ramanên Ocalan de, hebûna xwe piştrast kirin. Ji bo ku tecrîda rabe û pirsgirêka gelê kurd çareser bibe, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin.”    Piştî axaftina Guven, raporên xebatan hatin xwendin û dûre ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Navçeya Çûkûrova Saniye Seçgîn û Yaşar Demîr hatin hilbijartin.