HDP, derbarê tecrîdê de bernameya çalakiyan amade dike 2020-11-15 09:03:28 STENBOL – HDP, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, amadekariya hin çalakiyan dike. Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu, li dijî tecrîda ku di asasê xwe de "aştiya civakiyî" hedef digire, ji bo liv û tevgerê bang li her kesî kir.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 2'yê Cotmehê de li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan û bi dirûşmeya "Em bibin yek, tecrîdê bişikînin û azadiyê pêk bînin" kampanyayek dan destpêkirin.    Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu, derbarê kampanyaya hatiye destpêkirin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî.    TECRÎD HAT TESCÎLKIRIN    Encu, anî ziman ku ji roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xistine Girtîgeha Îmraliyê heya niha hemû maf û azadiyên wî yên sereke tên binpêkirin. Encu yê HDP'î, diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) derbarê Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de gelek caran rapor amade kiriye û wiha got: "Rapora ku piştî serdana dawî ya di sala 2019'an de hat amadekirin careke din tecrîda li Îmraliyê tescîl kiriye."     Encu, anî ziman ku piştî têkoşîna li dijî tecrîdê CPT çûye Îmraliyê û got: "Di sala 2016'an de piştî greva birçîbûnê ya 51 siyasetmedarên kurd Birêz Ocalan hevdîtin bi malbata xwe re kir. Piştî li Ewropayê kurd û dostên kurdan hin çalakî li dar xistin wê çaxê jî CPT mecbûr ma biçe Îmraliyê."    ROLA OCALAN    Encu, di warê pêkanîna aştiya civakiyî û bidawîbûna şer û pevçûnan de bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Ocalan jî û got: "Me ev yek ji sala 2011'an heya 2014'an de dît. Piştî 7'ê Hezîranê cardin pêvajoya şer û pevçûnî dest pê kir û derfetên ku Birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze ji holê hatin rakirin. Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, her çû şert û mercên girnatir bûn û pêwendiya Birêz Ocalan a bi derve re bi temamî hat qutkirin. Car carinan deriyê Îmraliyê tên vekirin, lê polîtîkaya tecrîdê her tim dewam kiriye."    Encu, destnîşan kir ku tenê Ocalan nayê tecrîdkirin, tecrîda li ser Ocalan di asasê xwe de li ser aştiya civakiyî jî tê kirin û got, bi polîtîkaya tecrîdê re Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî.    BERNAMEYA ÇALAKIYAN DÊ BÊ RAGIHANDIN   Encu, diyar kir ku bi deklerasyona ku li Amedê ragihandine, ji bo tecrîd rojek berî rojekê bê şikandin ji boh in çalakiyan biryar girtine.    Encu, destnîşan kir ku dê di çaçroveya kampanyayê de ewilî ehvdîtina bi gel re esas girtine û got: "Paşê em ê li gelek deveran bernameya xwe ya çalakiyan a li dijî polîtîkaya tecrîdê ragihînin. Di vê bernameyê de dê meş û hevdîtinên bi gel re jî hebin. Ji bo rêxistinbûyîna wê em nîqaşan dikin. Ev nîqaş tevî dînamîkên me yên navxweyî û rêxistinên me yên herêmê tên kirin. Tirkiyeyeke çawa? Dê krîza heyî çawa bê helkirin? Dê aştiya civakiyî çawa pêk bê? Yanî ji pirgirêka betaliyê bigire heya mijara ekolojî û jinan, em hewl didin xeteke têkoşînê xêz bikin."    JI BO TÊKOŞÎNEKE BI HEV RE BANG KIR    Encu, dubare kir ku tevahiya civakê û hêzên demokrasiyê tên tecrîdkirin û got: "Lewma ji xeynî HDP'ê dêv hemû rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgeh ên xwe wekî demokrat diwesifînin li dijî van şert û mercên heyî dengê xwe bilind bikin. Encu, anî ziman ku HDP dixwaze xeteke têkoşînê ya hevpar ava bike û got, bang li her kesên ku ji ber van polîtîkyên heyî nerihet kir û xwest bi hev re tevbigerin.    ‘BÊDENGÎ HEVKARÎ YE'    Encu, destnîşan kir ku AKP-MHP bi tu awayî nikare welêt bi rê ve bibe û got: "Em bi krîzeke rêveberiyê re rû bi rû ne. Lewma saziyên dewletê hemû ber bi dejenrebûnekê ve diçin. Ê di nav vê dejenrebûnê de winda dibin, tevahiya civakê ye. Lewma banga me ji bo tevahiya gelê me ye, welêt nayê birêvebirin. Lewma li dijî vê yekê divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Heger li deverekê ev qasî neheqî û bêhiqûqîtî hebe, bêdengî hevkarî ye. Em bawer dikin ku wê gelê me rojek berî rojekê îqtidara AKP-MHP'ê hilweşîne."    MA / Erdogan Alayûmat