Di 24 saetên dawî de 92 mirin, 3 hezar û 116 kes jî pê ketin 2020-11-14 20:29:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 92 mirovên din mirin û 3 hezar û 116 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 116 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 11 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 411 hezar û 55.