TJA'yê li Sîlopyayê bernameya dengbêjiyê li dar xist 2020-11-14 15:27:08   ŞIRNEX-Di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de TJA'yê li navçeya Silopyayê bernameyeke dengbêjiyê li dar xist.     Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de li navçeya Silopya ya Şirnexê bernameyeke dengbêjiyê li dar xist.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Dayîkên Aşitiyê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê beşdarî bernameyê bûn. Jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî bernameyê bûn. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Pişt re aktivîsta TJA'yê Aysel Saruhan axivî û diyar kir ku ew ê bernameyên xwe yên bi vî rengî bidomînin û  ew ê li her qadên jiyanê li dijî her cûreyên tundiyê tebikoşin.   Koma Gulên Botan di dîwanê de cihê xwe girt û stranên xwe gotin.    Bername bi klamên dengbêjî bi dawî bû.