Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji xwesteka edaletê bernedin 2020-11-14 13:53:24   STENBOL – Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven (73), Mîkdat Ozeken (18) û Munur Saritaş (13) ên 25 sal berê di binçavan de hatin windakirin pirsîn û gotin ew ê dev ji xwesteka edaleta ji bo windayan bernedin.   Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 816’an de ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên medya civakî çalakiya heftane li dar xistin. Dayikan vê hefteyêli aqûbeta Abdulkerîm (Şemsettîn) Yûrtseven (73), Mîkdat Ozeken (18) û Munur Saritaş (13) ên di 27’ê cotmeha 1995’an de di binçavan de hatin windakirin pirsîn.   LI PEY DOZA KALIKÊ XWE YE   Di çalakiyê de wilî neviyê Şemettîn Yûrtseven, Emrah Yûrtseven axivî û diyar kir ku gundê wan di sala 1995’an de ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin û got: “Her kesî li meydana gund kom kirin. Kalikê min ê nikaribû birêve biçûya jî birin û êşkence lê kirin û wî binçav kirin. Wî li panzêrê siwar kirin û birin navenda Geverê. Bavê min û apên min li pey wan çûn qereqolê. Lê leşkeran got kesek wisa li qereqolê tune ye. Pişt re serî li dozgeriyê dan. Dozger jî got kesek wiha nîne. Li ser vê yekê doz vekirin. Lê bele dosye ji ber kêmbûna delîlan girtin. Me di sala 2005’an veguhezand DMME’yê. Dadgehê me mafdar dît û hikumeta AKP’ê mehkûr kir. Hêj gora kalê min nîne. Em hêj li kalikê min digerin. Em tu demê bêzar nebûn û em ê bêzar nebin. Em ê her li kalikê min bigerin.”   GULEBARAN KIRIN E Û ŞEWITANDIN E   Pişt re bavê Munur Saritaş, Şukru Saritaş jî axivî û destnîşan kir ku leşkeran bi ser gundê wan de girtiye û êkence li gelek kesan kirine. Saritaş anî ziman ku Şemsettîn Yûrtseven bi êşkenceyê hatiye qetilkirin û windakirin got: “Her du zarokan jî li qûlûbeya kuçikan ragirtine. Pişt re berêvarek zarokan birine qûlûbeya gulebaranê û wan li wir kuştine. Pişt re wan şewitandine û veşartine.”   DADGEHÊ JÎ ÊŞKENCEYÊ PIŞTRAST KIRIYE   Ji parêzerên doza welatiyan Jiyan Tosûn jî destnîşan kir ku di doznameya Serdozgeriya Colemêrgê ku di sala 1997’an de amade kiriye hatiye gotin ku Yûrtseven û her du welatî bi êşkenceyê û gulebaranê hatine qetilkirin. Tosûn got tevî vê yekê jî tu encam ji doza her sê welatiyan derneketiye.   DÊ DEV JI XWESTEKA EDALETÊ BERNEDIN   Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Ozlem Eser xwend û behsa serpêhatiya windakirina her sê welatiyan kir û di çîrokê de got fermana windakirinê serfermandarê qereqolê daye. Eser anî ziman ku welatî Şemsettîn Yûrtseven bi pihînan hatiye qetilkirin û her du zarokan jî dane ber guleyan ew kuştine, şewitandine û wan di çalê de veşartine. Eser destnîşan kir ku ji doza welatiyan tu encam derneketiye û heta edalet pêk were wê têbikoşin û dev ji xwesteka edaleta bo tevahiya windayan bernedin.