Înîsiyatîfê xwest girtiyê nexweş ê bi koronayê ket were berdan 2020-11-14 13:21:15   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ragihand ku rewşa girtiyê nexweş Necmettîn Ayan ê bi Kovîd-19 ket bi xetere ye û xwest înfaza wî were taloqkirin.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 323’yemîn de çalakiya ji bo girtiyên nexweş li dar xist. Înîsiyatîfê li avahiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Enqereyê li dar xist. Rêvebera Komeleyê Sevîl Tûrgût vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necmettîn Ayan ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T bi Kovîd-19 ketiye.   REWŞA AYAN GIRAN E   Tûrgût anî ziman ku Necmettîn Ayan nêzî çar salan e li Girtîgeha Amedê tê ragirtin û ew nexweşê penceşêra pişikê ye û her wiha nexweşîna kolesterol û şekir jî pê re heye. Tûrgût diyar kir ku Ayan di sala 2016’an de li Enqereyê ji ber nexweşîna penceşêrê emeliyat bûye û demek tedawiya kemoterapi jî ditîye. Tûrgût got her çiqas ji bo dermankirinê 6 meh înfaza wî hatibe taloqkirin piştî pêvajoya tedawiyê dîsa wî şandine Girtîgeha Amedê û ji ber girtî ne pêvajoya dermankirina wî zehmettir bûye û nexweşînên wî li pêş dikevin. Tûrgût destnîşan kir ku beriya du hefte berê Necmettîn Ayan li Girtîgeha Amedê bi vîrûsa koronayê ketiye û 18 roj in li nexweşxaneya Amedê tê dermankirin û korona rewşa wî girantir û xeteretir kiriye. Tûrgût xwest ku înfaz ango girtina Ayan ji ber nexweşînê were taloqkirin û were berdan.