Surgeç ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin 2020-11-14 13:20:15 DERSIM – Îsmaîl Surgeç ku li Geliyê Ahpanosê yê girêdayî navenda Dersimê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin.    Îsmaîl Surgeç (Yilmaz) ê HPG’i ku 10’ê mijdarê de li Geliyê Ahpanosê yê girêdayî navenda Dersimê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin. Malbata Surgeç, duh cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girt û anî Dersimê. Cenazeyê Surgeç li Goristana Şaredariyê ya girêdayî navenda bajar hat veşartin. Polisên ku merasîma cenaze dorpêç kirin, ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku kes tevlî merasî bibibe. Polisan tevlîbûna parlamentere HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî asteng kir.