Bazariya fermandarê qereqolê ya ji bo tiryakê 2020-11-14 09:05:30 AMED – Par di wesayîta eskeran de esrar hatibû dîtin. Ji ber vê Binefserê Fermandariya Cendirmeyan a Licê Hakan K. jî di nav de 4 jê esker derbarê 6 kesan de doz hatibû kirin. Di rapora pêzaniyê ya daxilî nav dosyeya dozê hat kirin de, gotinên wekî "Mal hazir e", "Em nimûneyê bidin" û "Em ê serê kîloyê 10 hezarî bidin" cih girtin.  Li Licê ya Amedê, di 26'ê Mijdara 2019'an de ji ber îxbarekê wesayîta ku çawîşê psipor Ferhat O. diajot hat sekinandin. Piştî sehîkirinê di wesayîtê de 8 kîlo û 660 xiram esrar di wesayîtê de hat dîtin. Piştî vê Binefserê Fermnadariya Cendirmeyan a Licê Hakan K., çawîşên pispor Kemal T. û Osman T. hatin girtin û wan şandin girtîgehê.    Beriya girtina van kesan bi mehekê yanî di 24 û 26'ê Îlona 2019'an de du kes çûne Midûriyeta Şaxa Kom a Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Van kesan bi şertê ku nasnameya wan neyê aşkerekirin, şi Şaxa KOM'ê re gotine Binefser Hakan K. û çawîşên pispor Ferhat O. û Kemal T. ji bo xeyba kesên tiryakê difiroşin û ew jî operasyonê bikin bi pera ji Necat Î. melûmat xwestine. Her wiha heman kesan di îfadeya xwe de gotiyeî van kesên navbirî tiryaka di depoya Fermandariya Cendirmeyan a Licê de jî bi rêya heman navbeynkaran firotiye.    Piştî van melûmatan Dozgeriya Komarê ya Amedê jî lêpirsîneke "veşarî" dide destpêkirin û biryar dide ku kesên gumanbar bên şopandin.    Hîn lêpirsîn dewam dikir, di 26'ê Mijdarê de îxbarek tê û cendirmeyên Şaxa KOM'ê ya Fermandariya Cendirmeyan a Amedê li texma Qereqola Cendirmeyan a Mermer a Sûrê rê kontrol dike û wesayîtekê dide sekinandin. Di wesyaîtê de Ferhat O. hebûye. Piştî wesayît tê sekinandin, tê sehîkirin û tê de 8 kîlo û 660 xiram esrar tê de tê dîtin.    'WÎ TIRYAK DA MIN'    Ferhat O. di îfadeya xwe de ev tişt gotine: "Di operasyona li Konûklû ya Licê de tiryak hatibû desteserkirin. Ev tiryak ji bo wezinandin û vekolînê anîbûn Fermandariya Cendirmayan a Licê. Binefserê Cendirmeyan Fermandarê Qereqolê Hakan K., piştî wezinandin û vekolîna tiryakê bi qasî 5 kîloyan jê girt. Ji min re got. Ev tiryak da min ku bibim Amedê bidim keyayê gundê Tepeyê Abdullah Y. ku berê pê re pêwendî danîbû. Min jî rahişt kîsikê ku esrar tê de bû li wesayîta Abdullah Y. ya li ber qereqolê siwar bûm. Plakeya wê nayê bîra min, lê volvoyeke şîn bû. Min esrara di kîsik de da Abdullah Y. Wê çaxê pê hesiya ku haya Abdullah Y. berê jê hebûye. Min wesayît ajot. Gava em di noqteya cendirmeyan de derbas bûn, min nasnameya xwe nîşan da û em derbas bûn. Jixwe yê ev esrar dabû min Hakan K. bû. Li navenda Amedê li kolana Ofîsê ji wesayîtê daketim. Hakan K. ev esrar bi 38 hezar TL'yî dabû Abdullah Y. Abdullah Y. ev pere da min. Min 11 hezar TL ji xwe re veqetand û min 27 hezar Tl jî da Hakan K. Hakan K. jî 11 hezar Tl da çawîşê psipor Kemal T."    JI BO WAN JI GIRTÎGEHÊ DERXIN SERÊ KESEKÎ 100 HEZAR TL XWESTINE    Çawîşê psipor Ferhat O. di îfadeya xwe de diyar kiriye ku di 102ê Cotmeha 2019'an de li mezrika Zûhûr a gundê Tepeyê yê Licê, Alî B. û kurê wî Berkant B. gava esrar li elegê dixistin ji hêla endamên KOM'ê ve hatine zevtkirin û gotiye, Hakan K. jî ji bo sûcê van kesan sivik bike derbarê wan de zabitnameyeke din amade kiriye û li tahqîqatê zêde kiriye.    Her wiha Ferhat O. di îfadeya xwe de diyar kiriye ku keyayê berê yê gundê Yolçatiyê Nejat Î. û Îsmaîl O. yê ku werê dizane ji gundê Dîbekê ye, navbeynkarî kirine û ji bo Alî B. û kurê wî Berkant B. bên berdan serê kesekî 60 hezar Tl teklîfî Binefser Hakan K. kirine ûgotiye, têkildarî mijarê çawîşê Pispor Kemal T. û xizmên Alî B. di 25'ê Mijdara 2019'an de êvarî li Amedê li kafeyekê hev dîtine. Ferhat O., diyar kir ku di vê navberê de çawîşê psipor Kemal T. bi rêya Whatsappê bi dîmen telefonî Hakan K. kiriye û gotiye, ji bo Alî B. û kurê wî Berkant B. bên berdan serê kesekî 100 hear Tl tê teklîfkirin.    Her wiha Ferhat O. di îfadeya xwe de gotiye çi bûbe giş bi destê Binefser Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. û çawîşê pispor Kemal T. û çawîş Osman T. hatiye kirin û xwestiye sûdê ji qanûna poşmaniyê bigire.    Piştî van îfadeyan Binefser Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. û çawîşên pispor ên heman qereqolê Kemal T. û Osman T. û keya A.Y. û N.Î. hatin binçavkirin. Kemal T. û Osman T. di îfadeya xwe de xwestine sûdê ji qanûna poşmaniyê bigirin û ji bo her tiştî jî îşaret bi Binefser Hakan K. kirin.    4 JÊ HATIN GIRTIN    Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 1'em a Amedê Fermandarê Qereqolê Hakan K. û her sê çawîşên pispor girtin û wan şandin girtîgehê.    Her wiha derbarê keya Abdullah Y. û Necat Î. de ku paşê hatin berdan, îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de hat xwestin kir 27 sal ceza li wan bê birîn.    Di danişîna ewil de ku di 15'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 12'an a Amedê hat lidarxistin, Ferhat O. îfadeya xwe ya berê guherand û got: "Wî bi tena serê xwe tiryak firotiye û ji xeynî wî tu kes daxilî nav vî karî nebûye."    HAT BERDAN    Di danişîna ewil de bi hinceta "demeke dirêj girtî maye" Fermandarê Qereqolê Hakan K. hat berdan.    Di danişîna duyem de ku di 21'ê Îlonê de hat lidarxistin, qeydên HTS'ê û rapora pêzaniyê hat xwestin.    RAPORA PÊZANIYÊ    Piştî vekolana telefona Ferhat O. rapora pêzaniyê hatiye amadekirin. Di raporê de îfadeyên wekî "Mal hazir e", "Em nimûneyê bidin", "Em ê serê kîloyê 10 hezarî bidin", "Gava têkevim rê ez ê ji te re bibêjim" cih girtine.    Danişîna dozê ya bê dê di 7'ê Kanûna 2020'an de bê lidarxistin.    MA / Omer Çelîk