Rojnameger Tunç hat darizandin 2020-11-13 14:05:46   WAN - Nûçegîhana Jinnewsê Hikmet Tunç û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan ku bi hinceta "Heqaret kirine" doz li wan hatibû vekirin, hatin darizandin.    Di 13'ê Gulana 2019'an de der barê nûçegîhana Jinnewsê Hikmet Tunç û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan de li ser giliyê Qeyûmê Begirê Erkan Savar ji ber nûçeya bi sernavê “Sulava Bêgirê ku li beramberî 4 milyon û 500 hezar TL hatibû kirin, terkî qedera wê hatiye kirin" doz hat vekirin. Lê dosya di navbera 2 dadgeha de asê ma û li holê ma. Serdozgerê Komarê yê Bêgirê der barê Tunç û Balkan de îdeaname amade kir. Yekemîn danişîna dozê di 20'ê Cotmehê de li 7’emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Bêgirê hat dîtin. Di danişînê de der barê bersûcan de cezayê pereyan û heta 2 salan ceza xwestin. Dadgehê dosya şand 3’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Wanê.    3’emîn Dadgeha Cezayê Asliye jî der barê 2 navan de biryara "Bi zorê bîne danişînê" dabê. 2 kesên doz li wan hat vekirin çûn li Midûriyeta Polisan îfade dan. Danişîn îro dîsa hat dîtin. Heyeta 3'emîn Dadgeha Cezayê Asliye der barê Tunç û Balkan de biryara "Bi zorê bînin danişînê" rakir û biryar da ku danişîna dozê li 7’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Bêgirê bê dîtin.