Ji bo parêzerên ofîsên wan di erdhejê de zirar dîtin konteyner danîn 2020-11-13 14:01:39   ÎZMÎR - Baroya Îzmîrê ji bo parêzerên ofîsên wan ji ber erdhejê ziyan dîtine dest bi avakirina ofîsên konteyner kir.   Li Herêma Egeyê di 30’ê cotmehê de erdhejek giran rû dabû û bi taybetî tesîrek mezin li ser bajarê Îzmîrê kiribû. Erdhejê herî zêde ziyanê dabû navçeya Bayrakli ya Îzmîrê ku Dageha Îzmîrê û ofîsên parêzeran lê ne. Baroya Îzmîrê ji bo parêzerên ku ofîsên wan ji erdhejê ziyan dîtine dest bi avakirina ofîsên konteyner kir. Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku hezar û 100 parêzeran ji wan re ragihandiye ku ofîsên wan zirar dîtine û li cem avahiya edliyê 12 heb konteyner danîne û parêzeran bi cih kirine.     Yucel da zanîn ku nêzî 500 ofîsên parêzeran wê werin xerakirin û ji ber vê yekê wan xwestiye piştevaniya parêzeran bikin da ku kar û barên xwe xwe birêve bibin. Yucel got ew dikarin bi piştevaniyek bêtir xurtir vê pêvajoyê ji ser xwe biavêjin.