Hevşaredarê Sûrê hat binçavkirin 2020-11-13 12:26:31   AMED - Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin jî di nav de, 5 kes hatin binçavkirin.    Li Amedê, polîsan di saetên serê sibê de bi seer gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de, Hevşaredarê Navçeya Sûrê ya Amedê Cemal Ozdemîr ê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin jî di nav de, kedkarên tenduristiyê yên bi  KHK'ê ji kar hatibûn avêtin Sevgul Tekîn, Osman Balta, Cevat Înan û Heyrettîn Karayılan hatin binçavkirin.     Hat hînbûn ku kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.