Dadgehê biryara beraeta polîsê ku Ozbahçecî kuşt xera kir 2020-11-13 09:50:55 MÊRDÎN - Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ya beraeta polîsê ku li Navçeya Dêrîkê di sala 2016’an de welati Sadettin Ozbahçeci kuşt, xera kir.  Di 9'ê Nîsana 2016'an de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê polîsan Sadettin Ozbahçecî kuştibûn. Piştî doz hat vekirin û darizandin pêk hat, Dadgeha herêmî der barê polîsê ku Ozbahçecî kuşt de biryara beraetê dabû. Dadgeha îstinafê, biryara beraeta polîsê kujer xera kir û xwest ji nuve bê darizandin. Polîsan di sala 2016'an de li navçeya Dêrikê bi hinceta "Qaçaxvaniya çekan dike" welatî Celal Mercen şopandin û dan ser pişta wî. Mercenê ku polîs ketin pey wî ji bo xwe nede destê polîsan bi maşînê reviya. Mercanê ji polîsan reviya li ser rêya navbera Dêrik-Qoserê qeza kir. Welatiyên li derdorê bi hawara wî çûn. Di vênavberê de li navçeya Dêrikê polîs Ahmet Benlî bi çeka nêçirê birîndar bû û jiyana xwe ji dest dabû. Polîsên ku hatin cihê bûyerê bi hinceta Mercan gule berdaye Polîs Benlî, li şûna bibe alîkarê birîndaran, gule li ser welatiyan reşandin. Di gulebarana polîsan de Bavê 7 zarokan Sadettin Ozbahçecî birindar bû û jiyana xwe ji dest da. Di ser bûyerê re 2 sal borîn, lê der barê polîsê ku Ozbahçecî kuşt tu kar û bar nehat kirin.    2 SALAN VEŞARÎ HIŞTIN   Piştî bûyerê gelek saziyên çapemeniyê, bûyer wekî “Li Dêrikê êrîşa bi maşîneya bombe" parve kirin. Medya hawiz kuştina Ozbahçecî jî wekî "Dema di rêde derbas dibû jiyana xwe ji dest da" nivîsandin. Walîtiya Mêrdînê jî di 11'ê nîsana 2016’an de daxuşanî da û têkildarî kuştina Ozbahçecî got "Memûrê polîsan Ahmet Benlî di êrîşa PKK'ê de jiyana xwe ji dest da." Walî parast ku çekên hatine desteserkirin jî aydî PKK’iyan e. Heta 2 salan der barê bûyerê de biryara veşarî hatibû girtin. Heta 2 salan polîs erk û peyvira xwe berdewam kir. Piştî 2 salan biryara veşartî ya dosyarê rakirin û li ser îfadeya polîs û şahidê bûyerê derket holê ku dema polis ketibû şopa qaçaxvanê çekan, qezaya trafîkê çêbûbû. Dema polîsan li ser welatiyan gule reşandibû Ozbahçecî jiyanaxwe ji dest dabû. Piştre Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê der barê Kuştina polîs Ahmet Benlî der barê qaçaxvanê çekan Celal Mercen, der barê kuştina Sadettin Ozbahçecî de jî li polîs Z.D., Y.B. û S.A.Y. doz vekirin. Doz li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin û piştre dewrî 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê kirin.    Di danişîna 16'emîn de li gel xwestin li Mercen û 3 polîsan cezayê bê birîn jî, li Mercen cezayê muebeta giran birîn û der barê 3 polîsan de jî  biryara beraatê dan.    Li ser vê yekê parêzerê welatî Ozbahçecî biryara dadgehê îtiraz kir. Parêzer li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya  Ametê temyiz kir. Dadgehê jî îtiraz mafdar dît û biryar da ku doz ji nûve bê dîtin. Doza polîs Z.D., Y.K. û S.A.Y. dê ji nûve bê dîtin.  Dadgehê biryara der barê kuştina polîs Ahmet Benlî de jî biryara têkildarî Celal Mercen xera kir.      Kurê Sadettîn Ozbahçecî Suat Ozbahçecî, ani ziman ku piştî agahiya qezayê bihîstin çûh cihe bûyerê û wiha got: “Ji aliyê Dêrikê ve panzêr hat. Li ser gel gule reşandin. Em hemû reviyan. Min dît bavê min ket erê û li erdê dirêj bû. Min xwest wî rakim. Lê min nikaribû rakim. Min û Remzî û Ahmet ew li maşîneyek gund suyar kir û me ew bir Nexweşxaneya Dêrikê. Di dema ku em di nava êş û janê de bûn wan li keyfa xwe dinerî."     MA / Ahmet Kanbal