Tûrgût: Şerê di navbera kurdan de dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike 2020-11-13 09:15:38 WAN - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûrettîn Tûrgût ku di sala 2009'an de di nav "Koma Aştiyê" de cih girtibû anî ziman ku heger di navbera hêzên kurd de ji ber helwesta PDK'ê şerek biqewime, ev şer tenê dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike.  Li Herêma Kurdistana Federe gelek baregehên eskerî yên Tirkiyeyê hene û Tirkiye bi van baregahan li hemberî PKK'ê operasyonan li dar dixe. Ev helwesta PDK'ê ya rê li ber eskerên Tirkiyeyê vekiriye dibe cihê gelek bertekên tund. Têkildarî vê Endamê Komîteya PKK'ê Mûrat Karayilan ji ji bo rageşiyeke bi vî rengî çênebe bang li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî kiribû, lê belê Barzanî di bersiva xwe de PKK'ê tawanbar kiribû û hîn jî helwesta xwe ya di vî warî de didomîne.   Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûrettîn Tûrgût, ev rewş ji bo ajansa me nirxand.    Tûrgût, bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan ji bo Herêma Kurdistan a Federe gotiye "sindoqa ecêbiyan" û got, Tirkiyeyê operasyona xwe ya ewil di sala 1983'yan de li hemberî Herêma Federe operasyona xwe ya ewil dabû destpêkirin û ew operasyon hîn jî didome.    TIRKIYE DIXWAZE PDK JÎ DIKE   Tûrgût, bilêv kir ku hilbijartina ewil a li Herêma Kurdistana Federe de jî li parlementoyê li dijî PKK'ê biryara şer hatibû girtin û got: "Tiştên niha li Başûrê Kurdistanê diqewimin, xwedî paşperdeyeke dîrokî ne. PDK, bêtir polîtîkayên Îran, Tirkiye, Sûriye û dewletên kapîtalîst pêk tîne. Lewma PDK tim dibe malzemeya dewlet û rejîên ku hebûna kurdan înkar dikin, zimanê wan, çanda wan û dîroka wan anxwazin. Me ev yek di şerên 1992 û 1997'an de dît. Ev provakasyon tenê ne li dijî hêzên çekdar, li dijî gel jî tên kirin. Niha jî pêvajoya provakasyonî ya bi Zînê Wertê dest pê kir, hîn jî didome. Tirkiey dixwaze, PDK jî pêk tîne. PDK, wekî ku eyaleteke Tirkiyeyê be, poltîkayên xwe pêk tîne. Bi vî awayî jî zererê dide kurdan û tevgera kurdan. Nahêle kurd bên cem hev du."    ŞERÊ DERÛNΠ   Tûrgût, anî ziman ku Garê û herêmên din baş nas dike û got, PDK ji helwesta xwe ya dijî Mexmûrê tundir nêzî wan herêman dibe. Tûrgût, diyar kir ku nahêle gel biçe wan deran jiyana xwe bidomîne û got, ev yek jî ji hêla çapemeniya PDK'ê ve tê berovajîkirin.    Tûrgût, bilêv kir ku Tirkiyeya ku di pêvajoya şerî ya derbarê pirsgirêka kurd de tim serî li şerê derûnî dide û ji gelê Kurdistana Federe re dibêje "PKK dijminê we ye." Tûrgût, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze bi vî awayî perçebûnê zêde bike û got: "Tişta ku niha tê kirin ev e. Belê, di navbera PDK û PKK'ê de cudahiyên polîtîk, siyasî û bîrdoziyî hene, lê belê ne bi qasî ku bibin sedema şerekî."    GEL YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIXWAZE    Tûgût, destnîşan kir ku divê hemû rêxistinên ji bo kurdan tevdigerin divê bên cem hev du û pêşî li ber vê rageşiyê bigirin û got, nexasim jî sazî, komele û rêxistinên mafên mirovan ên li Herêma Kurdistana Federe divê tevbigerin.    Tûgût got: "Divê têkevin navbera PDK û PKK û bendekê çêbikin. Heger ev şer pêk bêî dê tenê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike. Bi kêrî tu rêxistineke kurdan nayê. Ên sûdê ji vê polîtîkayê digirin Tirkiye, Îran û dewletên kapîtalîst û dagirker ên din in. 30 sal in ê li ber pêkanîan kongreya neteweyî dibe asteng tenê PDK ye. Ji lewra xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê dike. Tenê li gor vê polîtîkayê tev digerin."    Tûrgût, bilêv kir ku heya yekîiya neteweyî pêk neyê dê hin kes gelê kurd berbayî van provakasyonan bikin û got, yekîtiya neteweyî bivê nevê ye.    MA / Dîndar Karataş