Bijîşk Yavîç: Tabloya firûzeyî veguherî tabloyeke tarî 2020-11-13 09:11:53 WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, destnîşan kir ku îqtidar di warê çareserkirin û tedawîkirina şewbê de tu tiştî nake û got, tabloya "firûze" veguheriye tabloyeke "tarî".  Bi nêzbûna zivistanê re hejmapa pêketiyên şewba Civîd-19'ê zêde bûn. Ji ber kêmbûna tevdîran jî her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, anî ziman ku sedema vê jî ji ber ku ji bo tevdîrgirtinê û çareseriyê gav nayên avêtin.    TABLOYEKA TARΠ   Yevîç, destnîşan kir ku ji ber ku tevdîr kêm in tabloya "fîrûze"yî veguheriye tabloyeke "tarî" û got, ji ber vê yên bedêl didin hem civak e hem jî xebatkarên tendursitiyê ne.   Yavîç, bilêv kir ku bi tevdîrên heyî ne mimkun e ku pêşî li ber pandemiyê bê girtin û got: "Her êavar telqînan dikin. Lê belê ne mimkun e ku bi van telqînan pêşî li ber pandemiyê bê girtin. Pêdivî bi polîtîkayine hîn rasteqîner heye."    BINPÊKIRINA MAFAN    Yavîç, bibîr xist ku heya niha ji ber pandemiyê 140 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û got: "Bi biryarên ku herî dawî girtine mafê îstifakirinê yên xebatkarên tenduristiyê hatine astengkirin, mafê teawidbûyînê hatiye astengkirin. Di vê pêvajoyê de mafê herî insanî yê xebatkarên tenduristiyê tên astengkirin. Xebatkarên tenduristiyê êdî hatine asta qedandinç. Her roj li hember pandemiyê têdikoşin, lê her roj jî kêm dibin. Ji ber netevdîrgirtinê êdî nemane. Mixabin tabloya heyî qet ne tabloyeke dilxweşker e."    GIRAN BÛYE    Yavîç, desttnîşan kir ku ji ber tevdîr hatine sistkirin tablo giran bûye û got, piştî 1'ê Hezîranê tablo pir giran bûye. Yavîç got: "Piştî tablo giran bû cardin tevdîr girtin, lê belê gava em li tevdîran dinêrin em dibînin ku qet ne tevdîrine rasteqîner in. Hîn jî sektorên ne zarûrî, dixebitin. Hîn jî çûnhatina navbajaran serbest e. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina liv û tevgera civakiyî tu gav nayn avêtin. Nêzîkatiya heyî nêzîkatiyeke şaş e. Divê bi awayekî hîn rasteqîner nêzî meseleyê bibin."    Yavîç, anî ziman ku divê li gor asasên pêşniyarên yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) tevdîr bên girtin û divê ev pêvajo tevî gel, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên eleqedar bê birêvebirin.    Her wiha Yavîç, bal kişand ser tevdîrên li Wanê tên girtin jî û got, li bajêr hîn jî jiyan wekî berê ye û li ber saziyên cemaweriyê kombûna mirovan hejmara pêketiayn zêdetir dike.    PÎVANÊN ZANISTΠ   Yavîç, bilêv kir ku bi hatina zivistanê re xizmetên tenduristiyê jî zehmet bûne û got, kesên di koma xetereyê de divê derziya şewba "înflûenzayê" li xwe bixin. Yavîç, da zanîn ku ji ber ku li Tirkiyeyê derziyên bi vî rengî kêm in dê her kes niakribe sûdê ji vê xizmetê bigire û got, nexasim divê li kesên di koma xetereyê de ne bê xistin û ev xizmet li gor krîterên zanistî bê kirin.    MA / Bariş Donmez