ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-13 09:00:25 * Tevî hemû hewldanên ji bo kûrkirina şerê di navbera tirk-kurdan de, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê israra xwe ya ji bo aştiyê her tim domand. Ji bo çareseriyê proje hilberandin û her tim ji bo aştiyê destê xe dirêj kir, lê ev hewldanên wî nedihatin bersivandin.  * Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû diyar kir ku ew ê bi pêngava dane destpêkirin “temsîliyeta siyasetê” û “demorkasiya xwecihî û beşdar” bidomînin û tekane rêya têkbirina bloka AKP-MHP’ê jî di têkoşîna hevgirtî de derbas dibe.   * Muzîkjenên ku ji ber şewba Covîd-19'ê betal mane, ji bo debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, destnîşan kir ku îqtidar di warê çareserkirin û tedawîkirina şewbê de tu tiştî nake û got, tabloya "firûze" veguheriye tabloyeke "tarî".    * Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûrettîn Tûrgût ku di sala 2009'an de di nav "Koma Aştiyê" de cih girtibû û ji Mexmûrê hatibû Tirkiyeyê, anî ziman ku heger di navbera hêzên kurd de jı ber helwesta PDK'ê şerek biqewime, ev şer tenê dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike.    * Xebatên Rêya Armûşê ya navneteweyî ya di navbera navçeyên Cizîr û Sîlopiyê re derbas dibe, bi salane dewam dikin. Ji ber xebatên rê yên dem dirêj, welatî û esnaf rojên zor û zehmet dijîn. Esnafên li ser rê bertek nîşan da û gotin: "Tu salî, qasî îsal me zehmetî nekişandin."   * Gundê Mîl ê girêdayî navçeya Halîliyê, ji ber kêmbûyîna binesaziya teknîkî, telefon û înterneta wê tuneye. Gundî di rewşên lezgîn de, her tim neçar dimînin derdikevin ser girên bilind û bi telefonê bi axivin.    * Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, dê di çarçoveya kampanya TJA'yê de li Mêrsînê bi jinan re bê cem hev. (10.00)   * Lijneya Navendî ya SES'ê, dê rapora xwe ya têkildarî Butçeya Wezareta Tenduristiyê ya sala 2021'an li Navenda Giştî ya SES'ê bi raya giştî re aşkere bike. (12.30)