Bi çekên cerdevanan şerê erd kirin: Kesek giran 3 kes birîndar bûn 2020-11-12 15:58:13   MÊRDÎN – Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 2 malbatan li ser erd şerê hev kir. Malbata ku çekê cerdevan bi kar anî 3 kesan birîndar kir.    Li gundê Xirbê Kurik ê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, duh li ser erd di navbera du malbatan de nîqaş derket. Di nîqaşê de malbata cerdevan bi çekên cerdevaniyê êriş bir ser malbata hemberî xwe. Di encama vê êrişa bi çekên cerdevanan Hamît Ozkan bi giranî birîndar bû û Hamdiye Ozkan û Mehmet Ozkan jî sivik birîndar bûn.    Ji birîndaran Hamdiye Ozkan li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê tedawîkirin û Mehmet Ozkan jî piştî mudaxaleya l nexweşxaneyê tabûrcî bû. Hat hînbûn ku xetereya jiyanî ya Hamîd Ozkan didome.   Piştî bûyerê Cevdet Ozkan ê cerdevan û 2 kurên xwe ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin.