Qeyûm nûnerê TUGVA kir midûrê hiqûqê 2020-11-12 09:09:20 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Nisêbînê Emrullah Temizkan, Nûnerê TUGVA  yê Mêrdînê Mesut Çetin wekî Midûrê Karên Hiqûqê peyvirdar kir.   Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî Hevşaredarên Nisêbînê Ferhat Kut û Semire Nergiz ji peyvirê girtin, di 18'ê Cotmeha 2019’an de li şûna wan Qeymeqamê Nisêbînê Emrullah Temîzkan wekî qeyûm tayîn kirin. Piştî qeyûm Temizkan dest bi kar kir, midûrên şaredariyê yek bi yek guhert. Qeyûm Temîzkan, niha jî midûrê karê hiqûqê guhert. Qeymeqam û qeyûm Nûnerê Vakfa Ciwanên Tirkiye (TUGVA) Mesût Çetîn peyvirdar kir. Balkêş e Mesût Çetîn birayê Midûrê Perwerdehiya Neteweyî (MEB) a Navçeya Nisêbînê ye. TUGVA ku Mesut Çetîn nûnerê wê bû jî lawê Tayyip Erdogan Bîlal Erdogan endamê îstiyareya vakfê ye.    Qeyum dîsa ji bo Midûrê Karên Civakî û Çandî Nurettin Şimşek peyvirdar kir. Şimşek, yek ji kesê li akademiya Siyaseta AKP'ê perwerde dîtiye.