Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 402 hezar û 53 2020-11-11 20:12:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 86 mirovên din mirin û 2 hezar û 693 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 86 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 693 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 11 hezar û 145 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 402 hezar û 53.