HDP’ê serdana esnafê Bazara Rûs ku dikanên wan şewitîn kir 2020-11-11 13:33:15   WAN – Heyeta HDP’ê li navçeya Qelqeliyê serdana esnafên Bazara Rûs ku dikanên wan şewitîn kir.   Heftea borî li navçeya Qelqelî ya Wanê, agir bi Bazara Rûs a li navçeyê ket û ji 95 dukkanan bazarê 91 dikan şewitîn. Kavilên dikanan niha bi vîncan tên rakirin. Heta niha ji pirsgirêkên esnafan re tu çareserî nehatiye dîtin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci û Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, serdana esnafan kirin.   Dema ku esnafan derdên xwe ji Sarisaç re vedigotin, polis hatin cihê bûyerê û ev tişt gotin: “Heta ku hûn agahî nedin me hûn nikarin bi gel re bên gel hev. Divê hûn ji me destûr bigirin.” Li ser vê yekê Sarisaç bertek nîşanî polisan da û ji wan re ev tişt got: “Ez ne mecbûr im ji we destûr bigirim. Ez parlamenter im tu nikarî bibêjî were ji min destûr bigire.   Piştî nîqaşê polis ji herêmê veqetiyan. Sarisaç, destnîşan kir ku piştevaniya esnafan dikin û ji bo ku mexdûriyeta esnafan bê derbaskirin tişta ji destê me bê em ê bikin.    Piştî hevdîtina bi esnafên Bazara Rûs re heyeta HDP’ê serdana esnafên din jî kir û piştre ji navçeyê derket.