Li Okmeydaniyê li dijî tiryakê Platforma Demokrasiyê ava kirin 2020-11-11 09:05:39 STENBOL - Li Okmeydaniyê her diçe pêgirtîbûna tiryakê zêde dibe. Şêniyên taxê jî ji bo ku pêşî li ber vê yekê bigirin Platforma Demokrasiyê ava kirine. Şêniyên taxê parastin ku tiryak bi destê dewletê tê berbelavkirin û gotin: "Wan li dijî vê dest bi têkoşînê kiriye." Her diçe pêgrtîbûna ji bo tiryakê zêde dibe. Hatiye wê astê ku êdî zarokên temenê wan di navbera 5-14 salan de jî tiryakê bi kar tînin. Nexasim jî ev yek li hin deverên bajarên mezin ên kurd û derdorên çepgir lê dimînin zêde ye. Yek ji van deveran jî Okmeydani ya Stenbolê. Şêniyên taxê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û esnafên taxê jî ji bo pêşî li ber vê yekê bigirin Platforma Demokrasiyê ava kirine. Endamên platformê mal bi mal digerin û di warê tiryakê de şêniyên taxê serwext dikin. Her wiha platformê kampanyayeke îmzeyê jî daye destpêkirin. Piştî hezar îmze bên berhevkirin dê berpêşî şaredariyê bikin ku da "Navenda Jiyanê" ava bikin.    ‘EM Ê NEHÊLIN'    Endama platformê Atîke Eskî jî anî ziman ku li taxa wan tiryak belav bûye. Eskî, destnîşan kir ku nexasim jî piştî Rewşa Awarte pêgirtîbûna tiryakê pir zêde bûye û got: "Piştî zext û zoriyên dewletê zêde bûn, ev mesele jî bi awayekî pir zelal aşkere bû."    Eskî, diyar kir ku bi vî awayî jinan hepsî malê bikin û got: "Saet çi dibe bila bibe, em ê derkevin derve. Ev ji bo me pir girîng e. Lewma em ê nehêlin taxa me têkeve destê çeteyan û torbeciyan. Ji lewra pêdiviya me bi ewleyiyê heye û divê em xwe ewle hîs bikin."    'BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ KIRIN'    Eskî, anî ziman ku cihê lê dimînin cihekî dîrokî ye û got: "Lewma bi taybetî bi destê polîsan û dewletê tiryak tê belavkirin. Ev tax, di têkoşîna çînî û nasnameyî de xwedî çandekê ye. Hem dixwazin sosyalîstan û şoreşgeran bitepisînin hem jî bi tiryakê dixwazin taxê dejenere bikin û çandeke din belav bikin. Em tim dibêjin; em ê terka vê taxê nekin. Ev der qadên me yên jiyanê ne, em ê nehêlin tiştên wiha bên kirin."    RIZANDIN    Ayhan Akkaya jî anî ziman ku bi platformê ew li dijî tiryakê û pêgirtiyên tiryakê têdikoşin û got, her wiha ji bo li dijî pirsgirêkên hevpar ên welêt bitêkoşin jî li dor platformê kom dibin. Akkaya, bilêv kir ku niha hemû qadên jiyanê riziyane û got, bi vê re bikaranîna tiryakê jî zêde bûye. Akkaya, destnîşan kir ku li cihekî ku têkoşîn lê tune be rizandin heye û got, gelek kes jî ji ber vê xwe li tiryakê digirin û êdî hatiy wê astê ku zarokên 10 salî jî bi kar tînin.    Her wiha Akkaya, bilêv kir ku dewlet di warê pêşîlêgirtina tiryakê de xwe li nedîtinê datîne û got: "Çima werê dike? Ji lewra awayekî xweser ê vê taxê heye. Ev tax ji 12'ê Îlonê ve çi di warê muxalefetê de, çi di Geziyê de û çi jî di 1'ê Gulanê de xwedî hesasiyet e. Ev der, cih û warê kesên di salên 90'î de gundên wan hatine şewitandin û koçber bûn."    ‘EM ALTERNATÎFEKÊ DIAFIRÎNIN'    Akkaya, diyar kir ku tenê qewirandina tiryakfiroşan dê pirsgirêkê hel neke û got: "Divê sedemên pêgirtîbûna tiryakê ji hol bên rakirin. Divê ji bo wan qadên jiyanê bên afirandin. Di encama xebatên me yên çend mehan de derket holê ku pêdivî bi navendeke jiyanê heye ku hem di warê derûnî de hem jî di warê têkoşîan li dijî tiryaakê de piştgirî bê dayîn. Ji bo vê me kampanyayeke îmzeyê da destpêkirin da em vê daxwaê berpêşî şaredariyê bikin. Armanc afirandina qadine alternatîf û daxilbûna nav têkoşîan civakiyî ye. Niha em li ser vê hûr dibin."    MA / Mehmet Aslan