Banga PÎA'yê ya ji bo yekîtiyê: Divê meclîseke îstîşareyê were avakirin 2020-11-11 09:04:18 AMED - Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya xwest ku ji ber gengeşiyên di nava kurdan de meclîseke îstîşareyê ku hakimtiyê bike were avakirin. Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) û Hevşaredarê Erxeniyê yê qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin Ahmet Kaya, derbarên geşedanên li Herêma Federe ya Kurdistanê rû didin axivî.   Kaya, diyar kir ku naxwazin pevçûnek di nava kurdan de derkeve û got: “Tişta ku di encama pevçûnekê de ewil xerabibe yekîtiya kurda ne. Em di asteke wisa de ne ku roj bi roj kurd ber bi hev tên. Divê kurd li hemberî cîhanê yekîtiya xwe bidin nîşandan ku statu û destkeftî pêşve biçin. Di rewşeke wisa de pevçûn mirov aciz dike. Ev yek zirarê dide yekîtiyê, destkeftiyeke kurdan ku li ser vê pêşve biçe tune. Yên ku dixwazin vê pevçûnê pêşve bibin ew in ku neyartiya kurda dikinin. Karekî ku ji dijminê mirov re feyde be divê mirov wî karî neke. Divê bi aqilekî selîm ev mesele werin çareserkirin.”   ‘AXA KURDISTANÊ YA HEMÛ KURDA NE’   Kaya, da zanîn ku divê kurd ji kurdan re tu astengiyê dernexînin û wiha axivî: “Divê ne PKK ji PDK û Hikumeta Başûr re astengî derxe ne jî ew astengî ji PKK’ê re derxînin. Axa Kurdistanê axa temamî kurda ne. Heqê kurdekî nîne li ser axa Kurdistanê doza heqê xwe tenê bike ku bibêje ‘ev ax axa min e, herêm herêma min e.’ Kurd ji hev du re piştgiriyê nekin, herêmên xwe nekin cihê parastina hevdU û axa xwe venekin wê kî axa xwe ji me re veke. Hêviya kurdan ew e ku li Kurdistanê bistirin. Murat Karayilan roleke mezin da ser milê Birêz Barzanî, ev hurmeteke mezin e. Divê Kek Barzanî ji vê hurmetê re hurmetekê nîşan bide û giraniya xwe deyne.”   ‘BINDESTÎ JI TUNEBÛNA YEKITIYÊ YE’   Kaya, anî ziman ku çiVqas kurd berbihev werin wê hêzên biyanî ewVqas bi wan bilîzin û got: “Ji aliyê dijmin ji bo ku destkeftiyên kurdan ji destê wan bên derxistin tenê rêyek heye; yekîtiya me ji hev du perçe bike. Sedemê paşvemayîn, bindestmayîna gelê kurd ji ber tunebûyîna yekîtiyê ye. Ji ber wê divê em gelek hişyar bin. Çi qas em berbihev werin wê xetereyên mezin werin pêşiya me, em di vê astê de têkiliyên xwe ji hev du re germ nekin ew qas destketiyên ku me bi destxistine tev wê ji dest me derkevin û paşve biçin. Demekî ku kurd ev qas bi hêvîbûn e ji yekîtiyê kî bibe sedema xerabkirina vê bêhêvîbûnê ne dîrok ne kurd ne jî Xweda wî efû nake.”   ‘DIYALOG WÊ ME XELAS BIKE’   Kaya, destnîşan kir ku kuştina kurdan a bi kurdan şerm e, heram e û wiha lê zêdekir: “Em baş dizanin ku ji ber ku axa Kurdistanê îro di destê hin desthilatdaran de ye ne azad e. Mesele ne ku hinek hêz li hin cihan bi cih bûne. Bila ev nebe meseleya xapandinê. Ji ber wê ji me re diyalog lazim e.  Ji xeynî vê yekê tiştekî ku me xelas bike tune ye. Divê ji daxwaza yên ji me hez nekin xizmetê nekin.”    Kaya, xwest ku ji ber gengeşiyên di nava kurdan de meclîseke îstîşareyê were avakirin ku hakimtiyê bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li hemû hêzên kurdan dikim ku werin em mekanîzmeyeke wiha çêkin. Lewra wê dijmin tim bi me bilîzin, pirsgirêka derxînin li hemberî me, ji bo ku em karibin pirsgirêkên xwe bi şeklekî objektiftir çareser bikin û xizmetê ji kurdan re bikin mekanîzmayeke wiha ji me re şert e. Em çi qas zû vê mekanîzmayê ava bikin wê ev qasî zû bibe çareserî.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar