ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-11 09:00:27   * Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya xwest ku ji ber gengeşiyên di nava kurdan de meclîseke îstîşareyê ku hakimtiyê bike were avakirin.   * Naciye Ernez ku 14 sal in nexweşiya wê nayê teşhîskirin ji rayedaran xwest ku nexweşxaneyek an jî bijîşkekî ji nexweşiya wê fêm bike bê dîtin û were tedawîkirin.   * Li Okmeydaniyê her diçe pêgirtîbûna tiryakê zêde dibe. Şêniyên taxê jî ji bo ku pêşî li ber vê yekê bigirin Platforma Demokrasiyê ava kirine. Şêniyên taxê parastin ku tiryak bi destê dewletê tê berbelavkirin û gotin, wan jî li dijî vê dest bi têkoşînê kiriye.    * Dilxwazên Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê anîn ziman ku ji ber ku Peymana Stenbolê pêk nayê gef li jiyana wan tê xwarin û ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin ku têkoşînê bilintir bikin.    * Rêxistina HDP'ê ya Geverê ku hema bibêje her roj pêrgî zext, zorî, binçavkirin û operasyonan tê, di 10 mehên ewil ên salê de seredana hezar û 110 malbatan kiriye. Hevserokê Navçeyê Abdulkerîm Aydogan got: "Her ku zext û zorî zêde dibin, cehd û xîreta me ya xwegihandina gel zêde dibe."    * Li girtiyên ku name ji ÎHD û HDP'ê re şandine û bal kişandine ser binpêkirinên mafan, bi îdiya "parvekirina agahiyên veşarî" cezayê dîsîplînê hatiye birîn.    * Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş, li meclisê civîneke çapameniyê li dar bixe. (12.30)   * TJA, di çaroçoveya  "Em xwe diparêzin” de wê li Mersînê bi karkerên tekstîlê re bê gel hev û li Rêxistina HDP'ê ya Akdenîzê panela bimijara "Zayendiya civakî û xweparastinê" saz bike. (12.30-18.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, rapora ku derbarê mirina Şefîk Baga ku li ser sînorê Îran û Wanê ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin amade kiriye wê bi raya giştî re parve bike. (13.00)   * TJA, wê li Êlihê starta bernameya xwe ya 25'ê mijdarê li Sendîkaya Petrol Îş'ê bi daxuyaniyekê bide. (13.00)   * Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn, wê li pêşiya Operaya Sureya ya li navçeya Kadikoyê bi daxuyaniyekê bal bikişîne ser cînayetên jinan. (18.00)