Odeya Tabîban: Stenbolê Wuhan derbas kir 2020-11-10 16:36:56   STENBOL - Rêvebera Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Rûkiye Eker Omeroglu, polîtikaya AKP’ê ya li dijî şewba vîrûsê rexne kir û anî ziman ku Stenbolê bajarê Wuhanê derbas kiriye û wiha got: "Em ji bo Stenbolê banga kampanyayê dikin.    Odeya Tabîban a Stenbolê têkildarî belavbûna şewba vîrûsê (Covid-19) û têkoşîna li dijî vê şewbê daxuyanî da. Odeyê li avahiya Odeya Tabîban a Stenbolê daxuyanî da. Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, Endama Rêveberiya  Odeyê Dr. Guray Kiliç û Prof. Dr. Rukiye Eker Omeroglu  û Sekreterê Rêveberiyê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanogu amade bûn.   Odeyê ewil Dr. Mesut Cem İlkin û Dr. Yalçın Ozdemir bibîr anîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Îlkin û Ozdemir rakirin û pankarta “Bila ew çîrokê serkeftinê bêjin em jî bimirin" vekirin. Piştre ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, rêz girtin. Di çalakiyê de biryar girtin ku ji bo 5 rojan çalakiyan li dar bixin.      Sekretera Odeya Tabîban Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglu, anî ziman ku ji ber tedbîr nehatin girtin, şewb ji kontrolê derket û wiha got: "Ji bo em balê bikişînin ser kesên ji ber vê şewbê jyana  xwe ji dest dane û kedkarên tenduristiyê ji niha û şûnde em ê li tevahiya Tirkiyeyê 5 rojan saet di 21.00’an de ceyranê pêxin û vemrînin. Daneyê wezareta tenduristiyê ne rast in."      Endama Rêveberiya Odeyê Prof. Dr. Rukiye Eker Omeroglu, jî anî ziman ku polîtîkaya AKP’ê ya şewbê bi temamî têk çûye û wiha got: "Êm ji bo Stenbolê banga Kampanya Lezgîn dikin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê heta 9'ê Mijdarê 10 hezar û 972 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Yekitiya Tabîban a Tirk, li 11 bajaren Tirkiyeyê ku ji sedî 36'ê nifûsa Tirkiye temsîl dike, daneyên mirine yên şaredariyê ku di navbera 1'ê Çile û 31'ê Tebaxa 2020'an de hatine komkirin û daneyên TUÎK'ê ku di salên 2015-2019'an de hatine komkirin, di zikhev ên 5 salan de li gorî 8 mehên ewil ê sala 2020'an 10 hezar û 950 kes mirine. Li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê rapora Heftane heta 25'ê Mijdarê li Stenbolê 3 hezar û 253 hatiye tespîtkirin. Lê li gorî Akademîya Zanistiyê ya di sarkac.org’ê de di 09'ê Mijdarê de daneyên Şaredakiya Bajarê Mezin a goristanê parve kir. Di navbera 12 Mart-4'ê mijdarê de li gorî salên 2015-2019'an li Stenbolê bi giştî 8 hezar û 456 kes mirine. Li gorî daneyan Stenbol bajarê Wuhan derbas kiriye. Rewşa nexweşxaneyan ne baş e. Nexweş bi saetan di sedyeyan de tên rawestandin. Serwîsê nexweşan têr nakin. Serwisê nû yên Kovid-19 tên vekirin. Ne tenê nexweşên Covid-19  nexweşên din jî pirsgirêka odeyan û nivînan dijîn û li holê dimînin."      JI BO STENBOLÊ ÇNED PÊŞNIYAR   Omeroglu da zanîn ku li gorî raporan rewşa Stenbolê xerab e û ev çend pêşniyar kirin:    “* Têkoşîna li dijî şewbê ne li nexweşxaneyan, li qadê bi ser dikeve. Ji bo filyasyonek bi bandor divê cihêbûna Hekîmtiya Malbatê/Midûriyeta Tenduristiya Bajar û Navenda Tenduristiya Malbatê neyekirin. Divê tenê bi mesafe, maske û paqijyê neyê bi sînorkirin. Divê li gorî pîvanên Rêxistina tenduristiyê ya Cîhanê pir test bên kirin û kesên nexweş têxin izolasyonek xurt. Dîsa bi hevkariya rêveberiyên herêmî ji bo kesên bi corona cih bê amadekirin. Divê hemû welatî karibin bê pere test bibin. Dema saziyên tenduristiyê yên cemaweriyê têr nekin, divê nexweşên taybet di kontrola wezareta tenduristiyê de têkevin dewrê. Divê ji bo xizmetkarên tenduristiyê Nexweşxaneyê Pendamî bên diyarkirin. Ji bo têkoşînali dijî şewbê pêdivî bi motivasyona bilind û hêjmarek zêde ya xizmetkarên tenduristiyê hneye. Ji ber vê yekê divê kesên bi KHK'ê hatine dûrxistin dîsa li karê xwe vegere."