'Bi girtina rojnamevanan hûn nikarin ser rastiyan bigirin’ 2020-11-10 15:19:25 STENBOL – Rêxistinên rojnamevanan derbarê girtina rojnamevan Îbrahîm Karakaş ê bi îdiayên bêbinî hat girtin gotin: “Çêkirina nûçeyek ne rast ne tenê cezakirina Îbrahîm e, di heman demê de cezakirina rojnamevanî û rojnamevanan e.”   Xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş çend roj berê li Edeneyê bi îdiya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Çapemeniyê ku berdevkiya îqtîdarê dike Karakaş hedef nîşan da û wî wek “wênegir û berpirsê medyayê yê Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Dûran Kalkan” derxistin pêş. Lê ev yek di destê medya berdevkiya îqtîdarê dike de teqiya û derket holê ku Îbrahîm Karakaş sala 2016’an ku qala wê dikin di nobeta çalakiya ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê de cih girtiye û wê çaxê li Stenbolê bûye.   Rêxistinên rojnamevanan girtin û îdiayên bêbinî yên derbarê Karakaş de nirxandin.   ‘NIKARIN SER RASTIYAN BIGIRIN’   Sekretera Senîkaya Basin Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Ozge Yurttaş derbarê îdiayên bêbinî yên li ser Karakaş de wiha got: “Karakaş bi beşdariya xwe ya nobeta bo Ozgur Gundemê îdiayên bêbinî pûç kir. Çapameniya berdevkiya îqtîdarê dike û hin hesabên bênav ên medya civakî bi awayên operasyonel nûçeyan dinivîsînin. Dixwazin ser rastiyê bigirin û girtina rojnamevanan a bi vî awayî jî neheqî ye. Lê wê nikarin ser rastiya bigirin.”   ‘RASTÎ DERDIKEVIN HOLÊ’   Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) Gokhan Dûrmûş jî diyar kir ku li Tirkiyê demek dirêj e li ser rojnamevanan operasyonên lawazkirin û têkbirinê hene û didomin û dixwazin bi van operasyonan ser rastiya were girtin. Dûrmûş da zanîn ku binçavkirin û girtina rojnamevanan bêmane ye û lê çi dibe bila bibe wê rastî li erdê nemînin û her tim derkevin holê û ew hêvîdarin hevpîşeyê wan Îbrahîm were berdan       ‘ROJNAMEVAN Û ROJNAMEVANIYÊ CEZA DIKIN’   Dûrmûş bal kişand ser îdiayên bêbinî yên derbarê Karakaş de û got: “Bi çêkirina nûçeyek ne rast, tenê ne girtin û cezakirina Îbhrahîm e, di heman demê de cezakirin û bêdengkirina rojnamevan û rojnamevaniyê ye. Ji ber nûçeyên derew li Tirkiyê rojnamevaniyê baweriya xwe şikandiye.”